Elmanya: Em hewl didin pêşî li êrîşa Tirkiyeyê bigirin

Di rûniştina doh a Meclîsa Federal de, Musteşarê Wezîrê Karên Derve Mîchael Roth bersiv da pirsên Partiya Çep û got, ew hewl didin pêşî li êrîşa dewleta Tirk a li ser bakurê Sûriyeyê bigirin.

Di rûniştina doh a Meclîsa Federal a Elman de, rayedarên hikumeta federal a bi serokwezaretiya Angela Merkel, di mijarên cuda de bersiv dan parlamenteran. Parlamentera Partiya Çep Heîke Haensel jî gefên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê xist rojevê.

Haensel ev pirs kir: "Hikumeta Federal ji bo pêşî li êrîşeke Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê bigire, ku êrîşeke wiha wê were wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî, li nava Neteweyên Yekbûyî wê însiyatîfa siyasî bigire?" Musteşarê Wezîrê Karên Derve Mîchael Roth bersiva vê pirsê da.

'TIRKIYE DIVÊ TENÊ JI BO ARMANCA ÎNSANÎ LI SÛRIYEYÊ BE'

Roth diyar kir, ew teqez li dijî êrîşeke nû ya leşkerî ya artêşa Tirk a li ser bakurê Sûriyeyê ne û ji bo vê yekê jî di serî de bi hikumeta Enqereyê re bi partnerên din re hevdîtinan dikin. Rayedarê hikumeta Elman got, "Tirkiye tenê ji bo alîkariya însanî ya sivîlan dikare li Sûriyeyê be."

Parlamentera Partiya Çep Heîke Haensel bersiva Roth têrker nedît û careke din mafê axaftinê girt. Haensel bi bîr xist, Elmanya ji bo du salan bûye endamê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û ev pirs lê kir: "Li gorî we, dagirkeriya li Efrînê li dijî hiqûqa navneteweyî ye?"

Musteşarê Wezîrê Karên Derve Mîchael Roth bersiveke vekirî neda pirsê û tenê bi bîr xist ku di dema êrîşa dagirkirina Efrînê de rêveberiya Berlînê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew "li dijî operasyona leşkerî" ne. Parlamenter Haensel pirsa "Madem hûn li dijî êrîşeke nû ne, çima firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê ranawestînin?" kir, lê Roth ev pirs bê bersiv hişt.