Ehmed: Ji bo berjewendiyê xwe li ser peymanê lihev kirin

Hevserokê MSD’ê Îlhan Ehmed a ku têkildarî biryara herêma bi ‘ewle’ ya li Sûriyeyê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê de li ser lihev kirin nirxandin kir, diyar kir ku peymana Astanayê bi rasthatina berjewendiyên di navbera Tirkiye, Îran û Rûsya de pêk hat

Ehmed a ji ANAH’yê re axivî wiha got:ʺBê guman em li gel dawîbûna şerê bixwîn ê li Sûriyeyê ne, em bi avabûna Sûriyeke nenavendî yekbûyî ji tevahî Sûriyan re ne. Lê lihevkirina Astana ya di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsiya de di encama lihevkirin û rasthatina berjewendiyên di navbera hersê dewletan de ye û ne tiştekî dine.ʺ

Têkildarî armanca Rûsiya û Îranê ji vê rêkeftinê Îlham Ehmed ev tişt anî ziman: ʺLi beramberê wê Rûsiya û Îranê jî tevdigerin da demê bidest bixin da mijûlî herêmên din ên li derveyî çarçoveya herêmên ku ji bo sivik kirina şer hatine destnîşankirin, tevbigerin.ʺ

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Îlham Ehmed di berdewama axaftina xwe jî got ku Tirkiyê bi vê rêkeftinê dixwaze derbeyê li aramî û ewlehiya herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakurê Sûriyeyê bide û wiha dom kir: ʺEw zêde tevlihev bûye ku koçber berê xwe nadin Tirkiyê da wek kaxezeke fişarê li ser dewletên Ewropayê bikar bihîne, ev yek berê tim dikir. Ew ji hebûna hêzên parastina ewlehiyê yên Amerîka li ser sînorê rojhilatê Firatê bi YPG`ê re jî ne raziye, her wiha ji hebûna hêzên parastina ewlehiyê yên Rûsiya li Rojavayê Firatê bi YPG`ê re li Efrînê , Til Rifeet û herêmên din jî tevliheve.ʺ

Hevseroka MSD`ê Îlham Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: ʺEm ji hikûmeta Rûsiya hêvî dikin ku lihevkirinekî li dijberî ewlehî û aramiya herêmên ku welatiyên Sûriyeyê ji zordestiya DAIŞ`ê û dijwarbûna şerê li herêmên din ên Sûriyeyê direvin û li berê xwe didinê îmze nekiribe, herêmên ku hîmê parastina xwe dikin û şerê terorê dikin.ʺ