Kurê berxwedêrê greva birçîbûnê Yuksel Koç, Mazlum Koç li ser navê malbatên berxwedêran, ji Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê (KE) Thorbjorn Jagland re nameyek şand û erkên wan bi bîr xistin.
Li Strasbourgê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 98 roj in 14 berxwedêr di greva birçîbûnê de ne û rewşa wan krîtîk e. Lewre bang li CPT û KE'yê hate kirin ku berpirsyariyên xwe bicih bînin.
Di nameyê de tecrîd hate bibîrxistin û hat gotin, "Tecrîd, sûcê mirovahiyê ye. Tirkiye hem qanûnên navneteweyî, hem jî qanûnê xwe bi xwe binpê dike."
Di nameyê de hate gotin, tenduristiya berxwedêran her diçe xirabtir dibe û heke kes ji çalakgeran jiyana xwe ji dest bide wê ev saziyên navborî berpirsyar bin.
Di nameyê de hate gotin, "Leyla Guven, bi hezaran berxwedêrên zindanan, Nasir Yagiz, li Kanada, Elmanya, Galler, Hollanda, Îngilistan, Awûstûrya û Swîsreyê bi hezaran berxwedêr di greva birçîbûnê de ne û malbatên wan jî weke me di nava fikar û gumanan de ne. Daxwazên wan gelek mirovî û mafên bingehîn ên mirovahiyê, ango yên ji bo aştî û demokrasiyê ne.
Biryara we li ser navê Konseya Ewropayê 22'ê Çile wergirtî, di benda wê ya 11. de ji xwe daxwaza ku "Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike", digire nav xwe. Her wiha, bi rûniştina 13'ê Adara 2019'an hatiye peyîtandin ku êdî dewleta Tirk, ne dewleteke hiqûqê ye, lewre divê muzakereyên wê yên endametiya YE'yê bên rawestandin, ev biryar jî ji hêla Parlamenta Ewropayê bi xwe ve hate girtin.
Daxwazên malbatên berxwedêran ew e ku beriya kesek jiyana xwe ji dest bide, Sekreteryaya Konseya Ewropayê bikeve dewrê û daxwazên berxwedêran bên pêkanîn."
Di nameyê de hate gotin, "Heke kesek ji berxwedêran jiyana xwe ji dest bide, wê malbat, ji ber ku rolê xwe neleyîstine Konseya Ewropayê û CPT'yê berpirsyar bigirin. Lewre ji we rica me ew e, di vê qonaxa berxwedanê ya krîtîk de beriya tiştek bi kesî were ji bo daxwazên berxwedêran pêk bên, zext li dewleta Tirk bikin."