DYA li 'leşkerên pereyî yên Rûs' ên êrîşî QSD'ê kirin dipirse

Wezîrê Parastinê yê DYA Jîm Mattîs diyar kir ku ew dixwazin êrîşa bi sedan leşkerên Rûs ên bi pereyan şer dikin a li dijî QSD'ê lêkolîn bikin. Mattîs got, ew bi guman e ku "250-300 leşkerên bi pereyan şer dikin bi însiyatîfa xwe êrîşî kiribin."

Jîm Mattîs ku ji gera xwe ya Ewropayê vegera Washîngtonê di balafirê de daxuyanî da û got, "Bi qasî ku min fêhm kir, hikumeta Rûs dibêje, hin leşkerên pereyî li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk tevlî êrîşa hê nehatiye eşkerekirin a li rojhilatê herêma bê şer bûne."

Mattîs got, "Xuya ye ev êrîş li derveyî îradeya efserên Rûs rû daye ku li herêma bê şer bi rêya xeta ragihandinê em di nava koordînasyonê de ne."

Mattîs her wiha destnîşan kir ku ew bi fikar e, ku 250-300 kes bi însiyatîfa xwe ji nişka ve ji çem derbas bibin, derbasî nava axa dijminê xwe bibin, topan biavêjin çeperekê û bi tankan manewrayê bikin.

Wezîrê Parastinê yê DYA Mattîs got, "Hinekan ferman dan wan. Gelo ev yek fermana yên xwecihî bû? Ya jî çavkaniya navxweyî bû? Vê yekê ji min nepirsin, ez pê nizanim. Lê belê çi qewimî be em ê hewl bidin ku derxînin holê."

Rêveberiya Washîngtonê ragihandibû ku 7'ê Sibatê li herêma Dêra Zorê weke bersiva li êrîşa dijî QSD'ê wan êrîşeke bi balafirên şer kiriye û di necamê de herî kêm 100 kesên alîgirê rejîmê kuştine.

Piştî vê daxuyaniyê di gelek nûçeyan de hate ragihandin ku yên mirine leşkerên Rûs ên bi pereyan şer dikin e. Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê piştrast kir ku di nava kesên hatine kuştin de pênc welatiyên Rûs hene, lê belê îdîa kir ku pêwendiya van kesan bi artêşa Rûsyayê re nîne. Li gorî hin çavkaniyan nêzî 200 kes mirine.