Doza Ûgûr Kûrt ji bo 1'ê Cotmehê hat taloqkirin

Di rûniştina duyemîn a darizandina polîs S.K. ê Ûgûr Kûrt qetil kir de, daxwaza ji bo girtina polîsê bersûc hat redkirin. Rûniştina dozê ji bo 1'ê Cotmehê hat taloqkirin.

Rûniştina duyemîn a dozê, li 11. Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Alî Kenanoglû û Tûrgût Oker jî rûniştin şopandin.

Di rûniştina ku polîsê bersûc S.K. jî lê amade bû de, li polîsên şahid hat guhdarîkirin. Ye ji van polîsên şahid îdîa kir ku S.K. gule berdaye hewayê. Welatiyên şahid jî di îfadeya xwe ya li rûniştinê de diyar kirin ku polîsê ji maşîna zirxî derketiye, berê çeka xwe daye Mala Cem û 4 caran gule berdaye.

Di rûniştinê de her wiha doktorê ku mudaxleya destpêkê ya tipî li Kûrt kir, behsa bûyerê kir. Parêzerê malbata Kûrt Tûrgût Kazan jî pirsa, "Eger polîs gule berda be hewayê hingî Ûgûr çawa mir?" kir û xwest polîsê bersûc were girtin.

Hevsera Ûgûr Kûrt Narîn Kûrt jî li rûniştinê peyivî û got, "Ez niha bi zorê li şûna xwe disekinim ku bi wî re li heman cihî me. Ev saleke ez di dojehê de me. Dixwazim bê girtin."

Parêzerê polîsê bersûc jî îdîa kir ku di îfadeya şahidên sivîl de pirsgirêk heye û divê li ber çavan neyê girtin.

Heyeta dadgehê ji bo biryara navberê, navber da rûniştinê, dûre daxwaza girtina polîsê bersûc red kir û rûniştin ji bo 1'ê Cotmehê taloq kir.