Doza Somayê taloqî 18’ê Tebaxê hat kirin
Di rûniştina doza komkujiya Somayê ku 301 karkerên madenê jiyana xwe ji dest da, biryara taloqkirinê hat dayîn. Doz taloqî 18’ê Tebaxê û 5 parêzerên bersûcan îstîfa kirin.

Têkildarî komkujiya Somayê ya 301 karkerên madenê têde jiyana xwe ji dest dan, 8 jê girtî 45 kes tên darizandin, duyemîn rûniştina dozê li Dadgeha Cezaya Giran a Akhîsarê pêk hat. Bersûcên girtî û yên negirtî, xizmên karkerên jiyana xwe ji dest dane û parêzerên wan beşdarî rûniştinê bûn. Polîsan salona rûniştinê dorpêç kirin. Malbat, parêzer û rojnameger jî ji aliyê polîsan ve hatin lêgerînkirin.
PARÊZERAN ÎSTÎFA KIR Û RÛNIŞTIN TALOQÎ 18’Ê TEBAXÊ KIRIN
Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Hevdem û Komeleya Mafê Civakî, beriya rûniştinê bi daxwaznameyê serî li dadgehê dan û serlêdana wan hat qebûlkirin. Parêzerên bersûcan, Yalçin Gudul, Aytaş Yuksel, Neşat Başoglu, Murat Balci, Ugur Osman Zîncîr îstîfaya xwe xwestin.
Ji bo ku ji 19 bersûcan re parêzerên nû bên dîtin û ew jî dosyayê lêkolîn bikin doz taloqî 18’ê Tebaxê hat kirin.
ÇI CEZA TÊ XWESTIN?
Di îdîanameyê de têkildarî 8 bersûcî de ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ 301 carî ji 20 salan heta 25 salan, ji sûcê ‘Ji ber sedema encama wê, birîndarkirina giran’ 162 caran ji 2 salan heta 6 caran ceza tê xwestin. Her wiha di îdîanameyê de têkildarî 12 bersûcên ji 37 bersûcên ne girtîne de bi sûcê ‘ji qestî bûne sedema mirin û birîndarkirina ji yekî zêdetir jî’ ji 2 salan heta 15 salan ceza tê xwestin û têkildarî 25 bersûcên din de jî bi sûcê ‘bi zanebûn qestî’ ji sêyan yekê ceza tê xwestin.”