Doza ku Rêberê Gelê Kurd li hemberî Yewnanistanê vekiribû hate qebûlkirin

Serlêdana ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemberî Yewnanistanê vekiribû ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hate qebûlkirin.

Li gorî nûçeya Deûtsch Welleyê (DW) serlêdana ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rêya parêzerên xwe kiribû hate qebûlkirin. Di serlêdanê de hate diyarkirin di pêvajoya komploya navneteweyî ya di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji aliyê hêzên navneteweyî hatibû destpêkirin, tiştên ku Yewnanistanê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kiriye li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Di serlêdanê de hate diyarkirin ji ber ku Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hatiye kirin, li ser serlêdana wî ya îltîcaya ji bo Yewnanistanê nehatiye sekinandin, dema ku li Yewnanistanê bûye bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin û destûr nehatiye dayîn ku li dadgehên Yewnanistanê ew li mafê xwe bigere, ev hemû tişt li dijî gelek xalên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ne.

Di wan deman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Yewnanistanê bû (9’ê Cotmeha 1998’an balefirgeha Atînayê, 29’ê Çileyê-2’ê Sibata 1999’an Girava Korfûyê, 2-15’ê Sibata 1999’an Sefaretxaneya Yewnanistanê ya li Kenyayê) bi awayekî fîîlî û bêyî zemîneke hiqûqî hatiye girtin û ev jî li dijî xala 5’emîn a derbarê mafê azadî û ewlekarî ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye.

Rêberê Gelê Kurd beriya pêvajoya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 4’ê Kanûna 2008’an de serî li Dadgeha Îdarî ya Atînayê dabû û diyar kiribû rayedarên Yewnanistanê derbarê wî di sala 1999’an de hin biryar dane û ev biryar li dijî vê rêgezê ne, heke kesek du caran ji bo îltîcayê serlêdanê bike, nabe ku ev kes were vegerandin. Vê serlêdana Ocalan di 30’ê Çileya 2017’an de ji aliyê Dadgeha Îdarî ya Atînayê hatibû redkirin.

Di biryara Dadgeha Îdarî de hatibû gotin ku “Polîtîkaya hikumeta Yewnanistanê li derveyî kontrola daraza îdarî ye”, “Serdema di navbera 29’ê Çileyê û 15’ê Sibatê de ji bo lêkolîna li ser serlêdana îltîcayê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dem tunebû” û “Nabe ku dewlet bibe berpirsê xisara ku xebatkarên îstîxbaratê kirine.”

JI ALIYAN FIKR HATE XWESTIN

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana Ocalan qebûl kir û ji hikumeta Yewnanistanê û ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd fikr xwest. Dadgehê ji hikumeta Yewnanistanê pirsî û got “Gelo sîxurên Yewnanistanê Abdullah Ocalan teslîmî dewleta Tirk kirin?”Heta 12 hefteyan divê her du alî fikra xwe ragihînin ji dadgehê re. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser van fikran wê di doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li hemberî Yewnanistanê de, sala bê dibe ku biryara xwe eşkere bike. Dadgeh dikare di vê pêvajoyê de rûniştinan jî bike.

DMME BIRYARA ÎXLALÊ DA

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berê jî derbarê Tirkiyeyê doz vekiribû. Pêvajoya doza Abdullah Ocalan a li DMME’yê di 16’ê Sibata 1999’an de dema ku ji Kenyayê ew anîbûn Tirkiyeyê hatibû destpêkirin. Parêzeran Ocalan bi sedemên ‘jiyana wî di xetereyê de ye, miameleyeke xerab lê hatiye kirin û ew ê bi awayekî hiqûqî neyê darizandin” serî li daraza Strasboûrgê dabû. Piştî serlêdanê di 2’ê Adara 1999’an de Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkene û Miameleya Xerab  a Ewropayê (CPT) bûbû yekemîn heyeta biyan a ku çûbû serdana Îmraliyê. CPT’ê di Gulana 1999’an de derbarê ‘Ocalan êşkence û miameleyeke xerab nedîtiye’ raporek weşandibû.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê serlêdana Abdullah Ocalan piştî rûniştina di 21’ê Mijdara 2000’an de ya ku li Strasboûrgê hate kirin, qebûl kir û di 12’ê Adara 2003’an de di biryara xwe ya pêşîn de diyar kiribû Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema li Tirkiyeyê hatiye darizandin xala 6’emîn a derbarê darizandina bi edalet, xala 5’emîn a derbarê mafê azadî û ewlekariyê û xala 3’emîn a derbarê miameleya xerab ên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê hatine îxlalkirin.

Li Dadgeha Mafên Mirovan Ewropayê doza duyemîn a Abdullah Ocalan (Ocalan-2) di sala 2014’an de bi encam bûbû. Dadgeha Strasboûrgê giliyê li ser esasê xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê nirxandibû û diyar kiribû di şertên girtîbûna heta 17’ê Mijdara 2009’an ên Abdullah Ocalan de, maf hatine binpêkirin.Dadgehê diyar kiribû piştî vê dîrokê di şertên girtîbûnê de tu binpêkirin tuneye û ji bo serlêdanên serdanên girtîgehê jî îddîa kiribû ku ‘binpêkirina mafan tune’. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê xwe spartibû xala 3’emîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê, di serlêdana li ser esasê ‘mafê hêviyê (bêyî îxtîmala berdana bi şert, cezayê girtîgehê yê heta hetayê)’ de biryara binpêkirinê dabû.