Doza Komkujiya Enqereyê bi 'ewlekariyeke bilind' dest pê kir

Bersûcên komkujiya Enqereyê di nava 'tedbîrên ewlekariyê' de anîn salonê. Malbatan nerazîbûn nîşan dan û gotin, "Eger we ev tedbîr li pêşiya Garê bigirta, em ê niha ne li vir bûna."

Rûniştina destpêkê ya doza li ser Komkujiya Enqereyê, ku ji ber êrîşa bombeyî ya bi hevkariya AKP û DAIŞ'ê hat kirin 100 kesî jiyana xwe ji dest dan, li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dest pê kir. Ji ber ku salonek bi têra xwe mezin nehat dîtin, salonên 10 û 11. ên dadgeha cezayê giran kirin yek û bi vî rengî rûniştinê dest pê kir. Qonaxa destpêkê ya darizandinê wê 11'ê Mijdarê roja Înê biqede.

Tevî malbatên xizmên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêveberên KESK, DÎSK, TMMOB û TTB'ê tevlî rûniştinê bûn. Parlamenterê HDP'ê yê Enqerey Sirri Sureyya Onder, Parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Muslum Dogan, Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar, Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû û hin wekîlên CHP'yî dozê dişopînin.

Beriya destpêkirina rûniştina dozê, Edliyeya Enqereyê û herêma Kizilayê ji aliyê polîs û TOMA'yan ve hatin dorpêçkirin. Kesên ku dixwestin bikevin nava avahiya edliyeyê piştî lêgerîneke berfireh, hatin berdan.

WE EV 'TEDBÎR' ÇIMA LI BER GARÊ NEGIRTIN?

Beriya bersûc bên anîn, gelek polîs û jendermeyên dest bi çek ketin hundirê salona dadgehê. Piştî ku bersûc ketin hundirê salonê, malbatan bi gotina "Me tenê aştî xwestin, kujerno" nerazîbûn nîşan dan.

Malbatan û parêzeran nerazîbûn nîşanî tedbîrên "ewlekariyê" yên li salonê hatin girtin, dan û gotin, "Eger we ev tedbîr li pêşiya Garê bigirta, em ê niha ne li vir bûna."

Bersûcan xwe li pişt jendermeyan veşartin. Li ser vê yekê parêzeran gotin, "Em rûyê bersûcan nabînin, em ê çawa lêpirsînê bikin" û nerazîbûn nîşan dan. Li ser vê yekê jenderme li ser kursiyan hatin rûniştandin.

POLÎSAN BELA XWE BI MALBATAN DAN

Polîsên li salonê jî bela xwe bi malbatan dan. Malbatan gotin diviyabû darizandin beriya mehekê bihata kirin û polîsek jî rabû got, 'Ev şovê dikin'.

Piştre malbatan dest bi qîrîna dirûşma "Kujer, derkevin derve" kirin û ev polîs ji salonê hat derxistin. Ji parêzerê mexdûran Mûrat Yilmaz xwest, navê vî polîsî li raporê were nivîsandin.

PARÊZERÊ DAIŞ'Ê: BILA MALBAT DERKEVIN DERVE

Rûniştina dozê bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre yek ji parêzerên DAIŞ'ê Orhan Şahîn rabû ser piyan û got, "Çawa ku polîsek ji salonê tê derxistin, bila malbatên nerazîbûnê nîşan didin jî werin derxistin." Hemû mirovên li salonê nerazîbûn nîşanî parêzerên bersûcan dan. Li ser vê yekê parêzer Şahîn got, "Em parêzer in, em karê xwe dikin" û dest bi parastina xwe kir.

'EZ NAXWAZIM PARÊZERIYA VAN BERSÛCAN BIKIM'

Piştre parêzerekî ku ji aliyê CMK ve ji bo parastina çeteyên DAIŞ'ê hat tayînkirin got, "Em naxwazin bibin parêzerê van bersûcan. Em dixwazin xwe vekişînin. Baro daxwaza me ya vekişînê qebûl nake."