Doza Denîz Poyrazê hat taloqkirin

Heyeta dadgehê piştî axaftina şahidên roja qetlîamê li cihê bûyerê bûn, doza Denîz Poyrazê taloqî 29'ê Nîsanê kir.

Danişîna doza Denîz Poyrazê ku di 17'ê Hezîrana 2021'ê de Onûr Gencer êrîş biribû ser avahiya HDP'a Îzmîrê û li avahiyê Denîz Poyrazê qetil kiribû, li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Îzmîrê hat lidarxistin. Danişîn piştî îfadeyên şahidan bi dawî bû.

Ajovanê texsiya ku di 17'ê Hezîranê de kujer Onûr Gencer anî ber avahiya HDP'a Îzmîrê Îbîş Ilik got: "Onûr Gencer mişteriyê rawestgeha me bû. Tu merovatiyek me tune ye. Min Onûr Gencer ji ÎTO'yê girt û got, dê biçe cihê qûrsa îngilîzî. Min wî saet di 10.55'an de danî. Di destê wî de çenteyek hebû. Onûr Gencer ji min re got, '4-5 polîs xwe kuştine.' Kesekî hîperaktîf bû. Gava min ew bir Otêla Termalê ya Balçovayê, wê çaxê min ferq kir ku kesekî hîperaktîf e. Di hundirê wesayîtê de nedisekinî. Min hîperkatîfbûna wî bi vî awayî ferq kir. Ji TEM'ê telefon kirin, saet li dor 14.00'an. Ez ji bo îfadeyê çûm û ez li wir bi bûyerê hesiyam."

Şahid Işik, pirsên parêzer Turkan Aslan Agaç bersivandin. Işik ragihand ku beriya qetlîamê bi 3 mehan kujer Onûr Gencer bi texsiyên rawestgeha wan tim çûye hatiye û got: "Hema bibêje hemû hevalên me ew birine û anîne."

Işik ragihand ku wî û Gencer tenê li ser xwekuştina polîsan sohbet kiriye û got: "Biçûna ku bi tenê bû. Ez û wî 3 caran rastî hev hatine. Wekî sohbet, tenê me li ser polîsên xwekuştine xeber daye. Got, 'Mirov nizane dê 10 deqe şûn de çi bê serê mirovan.' 15 deqe bi şûn de jî min ew daxist. Beriya wê me qet sohbet nekiriye."

Işik, îfadeyên xwe yên li midûriyeta polîsan dabûn dubere kirin.

Şahidê duyem Teknîkerê Turk Telekomê Efe Akdemîr jî anî ji bo belgeya SRC'ê çûye wir û got: "Li qata binî ya Akademiya Alsancaê ye. Me taştê dixwar. Gava em çav bi qelebalixiyê ketin hevalên em kesên di ezmûnê de çûn meydanê."

Şahidê Sêyem xebatkarê Turk Telekomê Hayrettîn Dînçer jî diyar kir ku ew û hevalê xwe Akdemîr li heman kafeyê bûne û got: "Ez Onûr Gencer nas nakim. Min nizanibû bûyer li ku çêbûye. Ez ji bo ezmûneke saziya me li wira bûm. Saet li dor 11.00'an gava em li kafeyê bûn, em pê hesiyan. Polîs hatin. Em bi vî awayî pê hesiyan. Wê çaxê me nizanibû kes miriye. Nayê bîra min tam. Em li qata jêr a avahiyê bûn."

Şahid Îlkay Manav jî parastineke wekî ya Dînçer û Akdemîr kir. Şahid Serhan Yalçin jî diyar kir ku roja bûyerê li Akademiya Alsancê di ezmûnê de bûye û bi vî awayî bi bûyerê hesiyaye.

Şahid Huseyîn Turkyilmaz jî îfadeyek wekî ya şahid Serhan Yalçin da.

Piştî şahidan parêzera malbatê Turkan Aslan Agaç jî diyar kir ku fikara wan ku delîl bên windakirin heye û xwest delîl bi baldarî bên berhevkirin.

Piştî parastin û îfadeyan meqama îdiayê jî xwest şahidên îfadeyên wan nehatin girtin bi zorê wan bînin danişînê û li benda bersiva nivîsên talîmatê yên der barê Olgûn Yuksel û Ogûlcan Dînçsever de hatine nivîsandin jî bê rawestandin. Meqama îdiayê xwest der barê girtina kujer de biryara girtinê bê dayîn.

Heyeta dadgehê jî di biryara navberê de daxwazên parêzeran qebûl kir. Heyetê biryar da ku ji midûriyeta polîsan re bê nivîsandin ku dîmen û wêneyên cihê bûyerê bi awayekî xwerû bên şandin û bê nivîsandin bê saet di çendan de çûne bûyerê. Her wiha dadgehê biryar da ku birayên Denîz Poyrazê yên girtî jî di danişîna bê de tevli danişînê bibin û ji bo girtî Kamûran Poyraz jî bi SEGBÎS'ê tevli danişînê bibe muzakere ji girtîgehê re bê nivîsandin.

Heyeta dadgehê biryar da ku girtina kujer Onûr Gencer bidome û danişîna taloqî 29'ê Nîsana 2022'yan kir.