Dosta Kurd Beate Reîss li Hambûrgê hate bîranîn

Şoreşgera Elman Beate Reîss ku 5'ê Sibatê jiyana xwe ji dest da, li bajarê Hambûrgê hate bîranîn. Di merasîmê de qala têkoşîna Reîss hate kirin ku dosteke 40 salan a gelê Kurd bû.

Şoreşgera Elman a 63 salî Beate Reîss roja 5'ê Sibatê li nexweşxaneya li Hambûrg-Altonayê jiyana xwe ji dest dabû. Reîss demeke dirêj ji ber kanserê dihate dermankirin. Reîss di destpêka salên 1980'î de Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û destek da.

Meclîsa Jinên Kurd a Hambûrgê û hevalên Reîss ji bo bîranîna wê çalakiyek li dar xistin. Nêzî 300 kes tevlî merasîmê bûn. Qisekeran bal kişandin ser têkoşîna Reîss a li Hambûrgê û diyar kirin ku valahiya wê wê bi rehetî neyê dagirtin.

Ji hevalên Reîss hunermend Xemgîn Bîrhat di destpêk amerasîmê de axivî. Piştre hevrêyên Reîss peyivîn û qala têkoşîna wê ya ji bo jiyana azad û wekhev kirin.

Hevalên wê anîn ziman ku Reîss yek ji pêşengên kampanya "Çek ji bo PKK'ê" bû ku salên 1980'ê li Elmanyayê dest pê kir û diyar kirin ku Reîss sala 1988'an doza li Dusseldorfê ku kadroyên pêşeng ên PKK'ê lê dihatin darizandin ji nêz ve şopand û vê yekê jiyana wê guherand.

Ji Meclîsa Jinê ya Rojbîn Leyla Kaya jî got, "Beate jineke zana û azad bû ku li dijî modernîteya kapîtalîst têdikoşiya." Hevseroka KNK'ê Nîlufer Koç jî got, ji bo bîranîna wê divê li Hambûrgê cihek bê vekirin.

Munevver Azîzoglû bi navê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê axivî û got, "Di vê demê de ku ji Latîn Amerîkayê heta Ewropayê li her devera cîhanê mirov ji bo destekkirina berxwedana Efrînê rabûne ser piyan, me nûçeyek xemgîn bihîst. Windahiya Beate ji bo me banga geşkirina berxwedanê ye."

Di civîna bîranînê de strana "Bella Cîao" hate gotin ku Beate Reîss gelekî jê hez dikir.

JIYANEKE BI TÊKOŞÎNÊ XEMILÎ

Beate Reîss sala 1955'an li bajarê Osnabruckê ji dayik bû û sala 1980'î gelê Kurd nas kir. Sala 1984'an bi pêşengiya Huseyîn Çelebî tevlî koma piştevaniya têkoşîna azadiyê bû û piştre her sal cihê xwe di naa delegasyona Newrozê de girt ku ji Elmanyayê diçû Kurdistanê.

Reîss gelek caran serdana gerîlayên Kurd kir. Sala 1991'ê çû Akademiya Mahsûm Korkmaz û li vê derê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û kadroyên pêşeng ên PKK'ê nas kir.

Şoreşgera Elman Reîss, ji ber ku tevlî çalakiyên piştevaniya bi tevgera Kurd re bû, hem li Tirkiyeyê hem jî li Elmanyayê gelek caran bi dewletê re li ber hev rabûn û hate binçavkirin. Tevî vê yekê jî piştevaniya xwe ya ji bo têkoşîna azadiyê ya Kurd dewam kir.