Divê eskerên Tirk ji başûr bên qewirandin

Ev cihên eskerî êdî ji bo Kurdan bûye mijara rûmet û namûsê. Dewleta Tirk li her derî dijminahiya Kurdan dike, di dema dagirkirina Kerkukê de helwesta Tirkiyeyê li holê bû. Cihên eskerî yên Tirkan hê jî li Başûrê Kurdistanê ne.

Dewleta Tirk li her derî dijminahiya Kurdan dike. Bi êrîşa dagirkeriyê ya li ser Efrînê ev carek din nîşan da. Ji xwe ji destpêka Şoreşa Rojava dijminahiya wê dike û her tim êrîş dike. Şengal jî kiriye hedef. Berî niha bi balafiran Şengal dane ber bombeyan. Hê jî gefan li Şengalê dixwe. Ji bo êrîş bibe ser Şengalê bi Iraq û PDK'ê rê hevdîtinan pêk tîne. Tê gotin ku li ser vê mijarê bi Iraqê re li hev kirine. Her wiha bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) re jî dixwaze li ser Şengalê bazarê bike. Herî zêde dewleta Tirk piştgirî da êrîşa Iraq û Heşdî Şabî ya li ser Kerkûkê. Ji bo ku gefan li Başûrê Kurdistanê bixwe bi eskerên Iraqê re li sînor tetbîqat kir. Tê zanîn ku li Başûrê Kurdistanê bajar şewitandin û hilweşandin, bi sedan sîvîl jin, zarok, yixtiyar di nav de kuştin.

Li Başûrê Kurdistanê bi sedan cihên eskerî û nuqteyên îstîxbaratê yên vê dewletê hene. Başûrê Kurdistanê bi artêşa Tirk û îstîxbarata wê hatiye dagirkirin. Em bala xwe bidinê, di dema referandumê de Tirkiyeyê li sînor tetbîqat pêk anî û MHP'ê got ku wê bi hezaran faşîstan bişînin Kerkûkê. Baş dixuye ku ev hêzên eskerî ji bo Başûrê Kurdistanê xeteriyeke mezin in. Beşeke Kurdistanê ya ku ewqas cihên eskerî yên dijmin lê hene, çiqasî dikare bibêje ku azad? Ji bo başurê Kurdistanê lewaziyeke mezin e ku heta niha ev cihên eskerî ji başûr nehatine derxistin. Parlamenta Başûrê Kurdistanê heta niha ev mijar nexistiye rojeva xwe û biryara derxistina van cihên eskerî nedaye, ev qelsiyeke vînê ya mezintir e.

Ev cihên eskerî ne bi destûra Parlamentoya Başûrê Kurdistanê li wir dimînin. Beriya 2003'an bi erêkirina PDK'ê û YNK'ê ev cihên eskerî hatine danîn. Qaşo hêza aştiyê ya di navbera PDK û YNK'ê de bûne. Lê belê baş tê zanîn ku di esasê xwe de li hember PKK'ê eskerên Tirk li wir hatine bicihkirin. Naxwe dibe ku di pratîkê de esker hatine bicihkirin, lê belê li gorî zagona bingehîn a Iraqê divê ev hêzên dagirkeriyê li vir nemînin. Ne tenê partî, hikumet jî nikarin berî erêkirina parlamentê eskerên dewleteke din têxin nav xaka welatê xwe û dewlet lê nikare cihê eskerî çêbike. Dema têkeviyê jî, ew hingî dibe hêzeke dagirker.

Niha hêzên eskerî yên dewleta Tirk û hemû nuqteyên wê yên îstîxbaratê hêzeke dagirker e. Heke Başûrê Kurdistanê dibêje ku welatekî azad e û statuyeke me ya federal heye, hewce ye parlamenta başûr hema bicive, biryarekê bigre û bixwaze ku ev esker derbikevin. Li gorî ku dewleta Iraqê jî naxweze, hewce ye biryarek wiha keliyek berî kelîkê bê girtin. Li Kurdistanê tenê hêzên eskerî yên Kurdistanê meşrû ne. Hêzeke eskerî ya ji derveyî hêzên eskerî yên Kurdistanê dagirker e. Dewleta Tirk ne tenê dijminê Bakurê Kurdistanê ye, ew dijminê hemû Kurdan e. Kurd li ku derê kêmekî bûbin xwedî jiyana azad û demokrasiyê, dewleta Tirk dijminahiya wir dike û êrîş dibe ser wir. Bi êrîşa wê ya li hember Şengalê û di dema referandûma li başûr me ev rastî pirr eşkere dît. Lewaziyeke mezin e ku li ruxmê vê hêzên eskerî yên dewleta Tirk ji Başûrê Kurdistanê dernexistin. Mirov dikare behsa kîjan azadî û serxwebûnê bike, heke li hember dewleta Tirk helwestekê nîşan nede? Hêzên dagirker ên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê nîşan didin ku başûr di bin zext û zordariyê de ye. Di bin xeteriyeke wiha de em çawa dikarin behsa vîn û statuya azad a Kurdistanê bikin?

Ji bo Başûrê Kurdistanê xeteriya esas ne Iraq e; Tirkiye ye. Ji hêlekê ve jî Îran e. Bêguman Iraq jî hê nebûye xwedî zehniyeteke demokratîk. Zêhniyeta wê serdestiya navendî ye. Lê belê di encama têkoşîna salan de di çarçoveya zagona bingehîn de hin destketî çêbûne. Hewce ye ev destketî bi helwesteke demokratîk û bi têkoşînê têkevin pratîkê û mayînde bibin. Ji ber ku cihekî demokratî lê nebe, ewlehiya ti belgeya nivîskî û ti serketinê nîne. Ewlekarî vîna cewherî, rêxistinbûyîna cewherî, hêza cewherî û demokratîkbûyina Iraqê ye. Lê di salên dawî de derket holê ku dewleta Tirk ne tenê li Tirkiyê li tavahiya Rojhilata Navîn dijminê demokrasiyê ye. Ev bi dagirkirina Efrîn û Şoreşa Rojava jî carek din derkete holê. Dewleta Tirkiyê ne dixwaze Iraq ne jî Sûrî demokratîk bibe. Ji ber ve sedemê piştgiriyê dide hemû hêzên ne demokratîk in. Û êrîş dibe ser hemû pêşketinên demokratîk. Ev eşkereye; heke Tirkiyê demokratîk nebe, Kurdên li Bakûrê Kurdistanê nebin xwedî jiyaneke azad û demokratîk, li ti parçeyê Kurdistanê jiyana azad û demokratîk nikare di ewlehiyê de be û mayînde be.

Erka bingehîn a di cih de divê pêk bê ew e ku cihên eskerî yên dewleta Tirk ji Başûr bêne derxistin. Heta ku dewleta Tirk ji Başûr neyê derxistin, Kurd nikarin bibin xwedî vîneke azad. Wê her tim mîna dîlan bin; vîna wan wê lewaz bimîne. Ji bo ku bibin civakeke xwedî vîna azad, berî ku dereng bikeve divê ev cihên eskerî ji Başûr bêne derxistin. Naxwe li Başûr azadî û vîna berxwedanê ya rast nikare derkeve holê. Ji ber wê, di serî de ciwan, divê civak hema têkeve nava tavgerê. Divê derbarê derxistina eskerên Tirk kampanya bêne destpêkirin. Taybet jî gelê Behdînanê divê têkeve nav tevgerê. PDK ji ber têkiliyên xwe yên bi dewleta Tirkiyê re wê tevgereke wiha qebûl neke, lê belê di serî de ciwan û jin, hewceye gel têkeve nav tevgerê û deynê holê ku cihên eskerên Tirk li başur naxwazin. Xwendekarên zanîngê li Hewlêr û Silêmanî ji bo li dagirkeriyê dawî bê hewceye pêşengtî bikin. Heke Kurdistaneke bi statuya azad dixwazin, divê ev misoger pêk bê.

Gerîla li hember van cihên eskerî çalakî pêk anîne. Lê belê pêşî divê ciwan, jin û gelê Başûr li dijî vê dagirkeriyê derbikevin. Berî ku li dijî vê dagirkeriyê derbikevin, berî ku ev cihên eskerî bêne derxistin, ne ciwan ne jin ne jî siyasetmedar dikarin serbilind bin. Ev xak xaka gelê Kurdistanê ye. Dewleta Tirk a dijminahiya hemû Kurdan dike nikare li van xakan bimîne. Ti hêza siyasî jî nikare destûrê bide van cihên eskerî û wan biparêze. Tirkiye Efrînê dagir dike, dijminê Şoreşa Rojava ye, li Bakurê Kurdistanê êrîşên hovane pêk tîne. Di rewşeke wiha de nikare bê qebûlkirin ku ev cihên eskerî li vir bimînin û bêhelwestiya li hember vê rewşê nikare bê qebûlkirin.

Hebûna van cihên eskerî ji bo Kurdan vêca bûye mesela rûmet û namusê. Dewleta Tirk li her derê dijminahiya Kurdan dike. Di dema dagirkirina Kerkûkê de helwesta Tirkiyeyê li holê bû. Ji ber wê ciwan, jin û gelê Başûr hewce ye rabe ser piyan û berde van hêzan. Parlamenta Başûr jî hewce ye hema bicive û biryara derxistina eskerên Tirk bigire.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka