'Divê Elmanya bi rêzdarî nêzî mafên Kurdan bibe û qedexeya li ser PKK'ê rake'

Siyasetmedar Mehmet Demîr ku li dijî qedexeya li ser PKK'ê têdikoşe got, "Divê Elmanya dest ji krîmînalîzekirina mafên gelê Kurd berde. Gava destpêkê ya vê yekê jî rakirina qedexeya li ser PKK'ê ye."

Siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr ku demeke dirêj e li Elmanyayê dimîne û li dijî qedexeya li ser PKK'ê têdikoşe, ji ANF'ê re axivî. Demîr qala bendewariya Kurdan a ji hikumeta nû ya koalîsyonê kir.

Mehmet Demîr bi bîr xist ku li Elmanyayê nêzî 2 milyon Kurd hene, ji qada sendîkayê heta bi siyasetê li her qadên jiyana li Elmanyayê hene.

Mehmet Demîr diyar kir ku Kurd li vî welatî berpiryariyên xwe bi cih tînin, baca xwe didin, lewma normal e ku ji siyasetê xwedî bendewariyan be û ji bo hikumeta koalîsyonê ya gengaz a ji SPD, Partiya Kesk û FDP'ê wiha axivî: "Madem ji xwe re dibêjin sosyal demokrat in, wê demê dem hatiye ku dawî li vê bêhiqûqiyê bînin ya li Kurdan tê kirin. Dozên ku niha li dijî Kurdan tê meşandin bi giranî xwe dispêrin kîjan xalê? Xwe dispêre xala 129B. Çi dikeve ber xala 129B? Endametiya li 'rêxistineke terorîst' a li derveyî Elmanyayê. Baş e tu jê re dibêje 'terorîst', lê hinek jî dibêje aliyekî vî şerî. Tu çawa dikare bi fermana taybet a Wezîrê Edaletê darizandinê bike? Ka tu dewleta hiqûqê bû? Dewleta hiqûqê bi fermana mekanîzmaya siyasetê dibe? Lê belê li dijî Kurdan dibe. Em vê eşkere dibêjin; Elmanyayê di dîroka xwe de ji ber neheqî kiriye lêborîn ji gelek gelan xwestiye. Ji bo dawî li zexta 28 salan a li gelê Kurd tê kirin bê anîn, firsendek heye.

Divê ev hikumet dest ji rêbazên cezakirina gelê Kurd a bi rê û rêbazên polîsî, zext û kêfî berde. Em vê bi rengekî eşkere dibêjin. Hem li qada hiqûqî hem jî li qada dîplomatîk vê daxwaza xwe tînin ziman. Beriya hilbijartinê me nameyek şand ku daxwazên Kurdan formule dike. Di dema Kohl-Kanthel Kinkel hate qedexekirin. Lê belê koalîsyonên mezin ev qedexe dewam kir û di pêvajoya koalîsyonan de wezareta karên hundir di destê SPD'ê de bû. Me pêvajoyên Otto Schily jî dît. Di tundkirina qanûnê de bêguman karnameya wan, sicîla wan jî xerab e. Herî kêm ji bo paqijkirina vê rewşê em bendewariya xwe bi rengekî eşkere ji wan re radigihînin.

Elmanya ji aliyê leşkerî, siyasî, aborî ve têkiliyên xwe bi dewleta Tirk re heye. Lê belê divê dest ji krîmînalîzekirina mafên gelê Kurd berde, gava destpêkê ya vê yekê jî rakirina qedexeyê ye. Divê hurmetê nîşanî mafên Kurdan bide."