'Divê Îran helwesta xwe ya li dijî dîktator Erdogan zelal bike'

Parlamenterê Mahabadê Mahmûd Celalîzade ji Parlamenta Îranê axivî, li ber êrîşa li ser Efrînê rabû û got, "Erdogan kesekî kujer e, kesekî dîktator e. Divê dewleta Îranê helwesta xwe ya li dijî vî dîktatorî zelal bike."

Parlamenterê bajarê Mahabadê yê Rojhilatê Kurdistanê Mahmûd Celalîzade di rûniştina duh a Parlamenta Îranê de êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê xist rojevê. Celalîzade bang li Serokkomarê Îranê, Lîderê Rûhanî û Wezîrê Karên Derve kir ku li dijî dagirkeriyê helwestê nîşan bidin û got, "Weke meclîsê biryareke me hebû ku li gorî vê biryarê divê em destekê bidin Misilmanên li her devera cîhanê. Tevî vê biryarê jî em li pêşberî kuştina Kurdan bi destê Erdogan dengê xwe dernaxînin."

Celalîzade got, "Diviyabû hêzên navneteweyî spasiya şervanên YPJ û YPG'ê bikira ji ber ku li dijî DAÎŞ'ê şer kirin" û bi bîr xist ku Tirkiyeyê çeteyên DAÎŞ'ê û El Qaîdeyê daye hev û li gel çekên giran û kîmyewî yên NATO'yê li Efrînê êrîşî van şervanan dikin û rêxistinên mafên mirovan jî li pêşberî vê hovîtiyê bêdeng in.

'ERDOGAN WÊ BI SER NEKEVE'

Di dewama axaftina xwe de Celalîzade got, Tirkiye dewleteke faşîst e û serkêşê wê Erdogan jî dîktator e û wiha dewam kir, "Divê Îran helwesta xwe ya li dijî vê dewleta faşîst ku jin, zarok û sivîlan dikuje, helwesta xwe zelal bike. Erdogan kesekî kujer û dîktator e. Divê dewleta Îranê helwesta xwe ya li dijî vî kujerî û dîktatorî zelal bike. Ti dîktator heta niha bi ser neketiye û wê Erdogan jî bi ser nekeve."