Di rûniştina doza Ermenekê de kesek hat girtin
Yekemîn rûniştina doza karesata Kana Ermenekê ya 18 kesan têde jiyana xwe ji dest dabû, bi dawî bû. Heyeta dadgehê der barê bersûc Yavuz Ozsoy ku serbest dihat darizandin de biryara girtinê da.

Li Ermenekê ya Karamanê karesata Kana Lînyitê pêk hatibû, 18 karkeran jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî bûyerê doz li 16 kesan hatibû vekirin. Rûniştina dozê di roja 3'yemîn de li Dadgeha Cezayên Giran a Karamanê berdewam kir. Di rûniştinê de jê 3 girtî 16 bersûc, malbat û parêzerên wan amade bûn.
Rûniştina dozê piştî navbera nîvro dîsa berdewam kir. Heyetê di rûniştina piştî nîvro de der barê bersûc Yavuz Ozsoy de biryara girtinê da. Doz taloqî 7'ê Tîrmehê hat kirin.