Di konferansa li bajarê Treguncê de AKP hat şermezarkirin
Di konferansa li bajarê Treguncê de êrîşên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin û berxwedan hat silavkirin.
Di konferansa li bajarê Treguncê de êrîşên AKP'ê yên li Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin û berxwedan hat silavkirin.
Li başûrê Fransayê bajarê Treguncê, Konferansa Kurdistanê hat lidarxistin. Di konferansa li salona şaredariyê de li ser erdnîgarî û dîroka Kurdistanê agahî hat dayîn.
Piştî nîşanadn fîlmê bi navê "Huñvreal an Nevez-amzer Kurdistan" aktîvîstên çûbûn Kurdistanê çavdêriyên xwe vegotin.
Li ser navê Komeleya Dostaniya bi Kurdan re ya Brotanyayê Mîkael Bowdû, li ser navê Komeleya Çanda Elewî ya Morbîhanê Muslum Demîrkopru, li ser navê ATTAC'ê Yoûenn Le Flaog û li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Lorînetê Sabrî Îdir peyivîn.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser kampa tê xwestin li Mereşê bê çêkirin û hat destnîşan kirin ku AKP di nava planeke nû ya qirkirinê de ye.
Qisekeran êrîşên qirkirinê yên AKP li Bakurê Kurdistanê dimeşîne şermezar kirin û berxwedana li hemberî van êrîşan silav kirin.
Her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat şermezarkirin û banga xurtkirina piştgiriya bi gelê Kurd re hat kirin.