Di Forûma Sosyalîst a Stockholmê de nîqaşa li ser Tirkiye û xweseriya demokratîk

Di Forûma Sosyalîst a Stockholmê de, tevî mijarên nîjadperestî, dijminatiya li biyaniyan û pirsgirêkên çîna karker, îsal rewşa li Kurdistan û Tirkiyeyê û xweseriya demokratîk jî hatin nirxandin.

Hevserokê Konfederasyona Koçberên Bindest li Ewropayê (AvEG-Kon) û endamê Koordînasyoan Ewropayê ya Kongreya Demokratîk a Gelan Bakî Selçûk, li ser êrîşên rejîma AKP'ê yên li dijî karker, kedkar, Kurd û hindekariyan di semînerekê de axivî. Swêdiyê bi navê Mînoo Koefoed jî, ku doktora xwe li Zanîngeha Goteborgê li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd pêk anî, li ser xweseriya demokratî semînerek da.

'XWESERIYA DEMOKRATÎK A LI BAKURÊ KURDISTANÊ' BI ZIMANÊ SWÊDÎ HAT WERGERANDIN

Di Forûma Sosyalîst de her wiha pirtûka bi navê "Xweseriya Demokratîk a li Bakurê Kurdistanê" ku ji aliyê koma aktîvîst a Elman Tatort Kurdistan ve hate nivîsandin û bi zimanê Swêdî hatiye wergerandin, hate nasandin. Pirtûka ku çend roj berê hate weşandin, ji aliyê Komîteyên Rojava ve hate wergerandin û li Weşanxaneya Heval hate çapkirin.

Konferansa ji aliyê Komîteya Bakur ve hate organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna lîderê Şoreşa Kubayê Fîdel Castro û şehîdên şoreşê dest pê kir.

Hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk bibîr xist, ku 26'ê Mijdarê roja bicihkirina navê PKK'ê li lîsteya 'rêxistinên terorê' ye û bi şermezarkirina vê biryarê dest bi axaftina xwe kir.

Selçûk da xuyakirin, ku di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîrana 2015'an de Kurdan, hindekahî û komên sosyalîst bi HDP'ê serketineke mezin bi dest xistin, 80 parlamenter qezenç kirin, lê belê Recep Tayyîp Erdogan ev vîna gel tine hesiband û ji bo pêşî li avahiya hikûmeta koalîsyonê bigire, berê xwe da dengê neteweperest û şovenan û li dijî gelê Kurd şer îlan kir.

ERDOGAN DIXWAZE HDP'Ê JI HOLÊ RAKE

Selçûk diyar kir, Erdogan bi binpêkirina Destûra Bingehîn re helw dide hemû erkan bixe destê xwe, qanûnan di pratîkê de biguherîne û rewa nîşan bide. Selçûk destnîşan kir, ku armanca bingehîn a Erdogan ew e, yekane partiya muxalefetê HDP'ê ji holê rake.

Selçûk got, dewleta Tirk ji bo daxwaza xweseriya demokratîk a gelê Kurd bitepisîne, bi tank û topan êrîşî bajar û navçeyên Kurdistanê kiriye, bajar xera kiriye û bi sedan ciwan û sivîlên Kurd kuştiye.

'REWŞA AWARTE SERDEMA BÊHIQÛQIYÊ YE'

Hevserokê AvEG-Konê Bakî Selçûk işaret bi Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê hat ragihandin kir û anî ziman, di vê demê de êrîş bi giranî li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd, hêzên sosyalîst û rewşenbîran hatine kirin.

Selçûk got, "Ev Rewşa Awarte ya hatiye ragihandin naşibe ya li ti weltan. Serdemeke bêhiqûqiyê ye ku Destûra Bingehîn û qanûn ji holê hatine rakirn û bi fermanên Erdogan di bin navê Biryarnameyên di Hukmê Qanûnî de welat tê birêvebirin."

Selçûk girtina saziyên çapemeniyê, parlamenter, hevşaredar, rojnamevan û nivîskaran bibîr xist û diyar kir, Erdogan bi rê û rêbazên Hîtler faşîzmê dike. Selçûk got, "Eger em nikaribin pêşî li vê faşîzmê bigirin, hingî ne tenê li dijî gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn wê bibe gefeke mezin li dijî hemû gelên cîhanê."

Selçûk destnîşan kir, tevî hemû zext û êrîşan jî berxwedana li Kurdistan û Tirkiyeyê tê nîşandan, hêviyê dide mirovan û xwest destek ji vê berxwedanê re bê dayîn.

XWESERIYA DEMOKRATÎK ALTERNATÎFA POLÎTÎKAYA ZEXT Û ASÎMÎLASYONÊ YE

Mîno Koefoed ku li Zanîngeha Goteborgê doktora xwe kiriye, li ser mijara xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê semînerek da.

Koefoed diyar kir, ji bo dîtin û lêkolînkirina xweseriya demokratîk, ew 10 mehan li Bakurê Kurdistanê ma ye û di nava vê demê de hevdîtin bi DBP, saziyên civaka sivîl, şaredarî û gel re kiriye.

Koefoed destnîşan kir, ku xweseriya demokratîk a li Bakurê Kurdistanê alternatîf û bersiva gelê Kurd e li dijî polîtîkaya asîmîlasyon, êrîş û zextê yên dewleta Tirk.

Koefoed da xuyakirin, ku di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de gelê Kurd ji bo avakirina xweseriya demokratîk ji jêr ber bi jorê ve saziyên xwe ava kiriye û bi rêya van saziyan hewl didin pirsgirêkên xwe çareser bike.

Koefoed diyar kir, tevî ku xweseriya demokratîk tecrûbeyeke nû ye jî, gelekî serketî ye û da zanîn, dewlet bi girtina rêveberên şaredariyan, bi girtina dibistanên Kurdî û mohrkirina deriyên rêxistinên civakî yên sivîl hewl dide pêşî li vî karî bigire.