Di doza operasyona vegera jiyanê de daxwaza beraatê
Dozger, di doza operasyona “vegera jiyanê” de der heqê 297 kesan de bi sedema wextê demboriyê derbas bûye xwest doz bikeve.
Dozger, di doza operasyona “vegera jiyanê” de der heqê 297 kesan de bi sedema wextê demboriyê derbas bûye xwest doz bikeve.
19’ê Kanûna 2000’î di bin navê “Vegera jiyanê” de li 290 girtîgehan bi awayekî hemwext operasyon hatin lidarxistin. Di operasyonê de girtiyên li Girtîgeha Umraniye diman û tevî mexdûrê opersyonê bûn jî bi îdîaya "îsyan, ragirtina madeyên teqemeniyê" di girtîgehê de tên hiştin û der barê wan de doz hatibû vekirin. Doz îro li Dadgeha Cezayê Giran a 5. a Anadolu didome. Dozgerê di dozê de mutaalaya xwe aşkera kir got der barê 71 kesî de bi sedema fermana girtinê nehatiye înfazkirin û parastina wan nehatiye girtin dosya wan bê cudakirin, der barê 31 gumanbaran de ji ber di dema darizandinê de jiyana xwe ji dest dane doz bê xistin, der barê 297 kesan de jî bi sedema wextê demboriyê derbas bûye doz bê xistin.
Dozger bi sedema der heqê kesên tên darizandin de der barê sûcdariya wan de delîl nînin xwest biryara beraatê bê dayîn.