Di çalakiya Dayikên Şemiyê de gelek kes hatin destgîrkirin

Di çalakiya Dayikên Şemiyê ya li Qada Galatasarayê de gelek kes hatin destgîrkirin.

Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û bi daxwaza kujer werin cezakirin, di hefteya 900’emîn de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê li dar bixin. Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Parlamenterên HDP’ê Zuleyha Gulum, Zeynel Ozen, Parlamenterê CHP’ê Alî Şeker, Parlamenterê TÎP’ê Ahmet Şik û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.

Beriya çalakiyê polîsan Rêya Îstîklalê û Qada Galatasarayê bi barîyer û maşîneyên zirxî dorpêç kirin. Polîsan ji girseyê re got ew li ser daxwaza Qeymeqamiya Beyoglu ya qedexekirina çalakiyan dê destûrê nedin Dayikên Şemiyê. Girseyê jî diyar kir ku ew ê tevî astengî û qedexeyê jî çalakiya xwe li dar bixin.

Polîsan dor li girseyê girt û êrîş bir ser wan. Hevserokên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin. Rageşiya li Rêya Îstîklalê berdewam dike.