'Di bûyera li Çewlikê de kujerên rastî tên parastin'

Di doza hewldana kuştina Midurê Emniyetê ye Bajarê Çewlikê Atalay Urker de kujerên rastî tên parastin. Ceza, li kesên di wesayîta yek jê zarok 4 kes ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin de bi saxî filitîn, hat birîn.

Têildarî êrîşa li dijî midûrê Emniyeta Polîsan a Çewlîkê Atalay Urker, ku du polîs miribûn de, hikûmeta Tirk, tevgera Kurd bi sûcdariya sûîqestê sûcdar kiribû. Lê ev sûcdarkirin pûç bû û piştî bûyerê Alî Kiliçgedîk û Erhan Şenyûva yên hedef hatin nîşandan û hatin girtin vê carê bi sûcdariya ‘Tevî ku ne endamê rêxistinê ye, bi zanebûn û daxwaz  alîkarî daye rêxistinê’ rastî 5 sal û 7 meh ceza hat. Parêzera Şenyûva û Kiliçgedîk Eren Keskîn ji ANF’ê re axivî û got her du jî ji aliyê dewletê ve wek qurban hatine hilbijartin û diyar kir ku tenê ji bo ceza bidin muwekîlên wê, ceza li wan birîne.

Di doza hewldana sûîqestê ya 09.01.2014’an a li dijî Midûrê Emniyeta Çewlîkê Atalay Urker de kujerên rastî tên parastin û ceza li kesên di wesayîta yek jê zarok 4 kes ji aliyê tîmên taybet ve hatin qetilkirin de bi saxî filitîn, hat birîn.

Di êrîşê de polîs Atif Şahîn û Huseyîn Hatîpoglu hatibûn kuştin û midûr Atalay Urker û Ugur Adli bi giranî birîndar bibûn. Du saet piştî bûyerê de  wesayita bi plaqeya 12 AR 900 ku diçû navçeya Dara Hênê hat sekinandin û gulebarandin.  Divê êrîşê de yek jê zarokê 14 salî 4 kes hatibûn înfazkirin.  Bûyer wek pevçûnê hat bi nav kirin. Erdogan gotibû kujer hatine cezarkirin û Davûtgolû jî gotibû kujer hatine kuştin. Erdogan û Davûtoglû xwestin bi vê PKK’ê hedef nîşan bidin.  Di rapora balîstîk de derket holê guleyên pê her du polîs hatine kuştin ne aydê çeka ji ser 4 kesan hatiye dîtinê ye.

Parêzera Erhan Şenyûva û Alî Kiliçgedîk Eren Keskîn da zanîn ku ti eleqeya muwekîlên wê bi bûyerê tine û tevî di raporan de jî hatiye tespîtkirin eleqeya wan bi bûyerê tine, hatine cezakirin. Keskîn da xuyakirin ku mafê darizandina adîlane hatiye binpêkirin û diyar kir ku tevî israra muwekîlên wê ya beşdarbûna dadgehê, heyet daxwazê red bike û bi rêbaza segbîsê beşdar dibin. Keskîn anî ziman ku tenê ji bo ceza bê dayîn, li muwekîlên wê hatine cezakirin destnîşan kir ku bedela şaştiyê li muwekîlên wê hatiye birîn.