DFG'ê rapora meha Mijdarê eşkere kir

DFG'ê ragihand ku meha Mijdarê 6 rojnamevan hatin destgîrkirin û 136 rojnamevan jî hatin darizandin.

Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) li ser binpêkirina mafên rojnamevanan rapora xwe ya têkildarî meha Mijdarê weşand.

Di raporê de işaret bi astengkirina karê rojnamevanan, destgîrkirin û tundiya li rojnamevanan hate kirin.

Li gorî raporê bîlançoya binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Mijdarê wiha ye:

"Meha Mijdarê 6 rojnamevan hatin destgîrkirin. Avêtin ser mala 3 rojnamevanan, êriş birin ser 4 rojnamevanan, gef li 2 rojnamevanan xwarin, li 19 deveran karê şopandina nûçeyê hate astengkirin, doz li 4 rojnamevanan hate vekirin, li 6 rojnamevanan 7 sal û 9 meh û 12 roj cezayê girtÎgehê û 41 hezar û 526 TL cezayê pere li rojnamevanan hate birîn.

Her wiha 136 rojnamevan hatin darizandin, li girtîgehê mafê mirovan ê 2 rojnamevanan hatin binpêkirin, malpereke nûçeyan û 124 nûçe hatin astengkirin, dawî li karê 10 rojnamevanan hate anîn û weşanek hate qedexekirin."