DFG: Desthilatdarî ji bo rojnamevanan veguheriye pergala êşkenceyê

DFG'ê bi wesîleya 10'ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin daxuyaniyek da û got, "Kiryarên desthilatdariyê li ser rojnamevanan veguherîne pergala êşkenceyê.

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî 10’ê Çileyê Roja Rojnamevanên Dixebitin daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
DFG’ê, diyar kir ku Tirkiye di Endeksa Çapemeniya Azad a Cîhanê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas de di rêza 153’yemîn de ye û wiha got: “Ev yek halekî perîşan e. dîsa di rapora komeleya me ya di sala 2021’an de binpêkirinên mafan berbiçavin. Li gorî daneyên komeleya me hêj 62 rojnamevan girtî ne. Rojnamevanên diviya bû li qadê bûna niha di nava çar dîwaran de ne. Ji ber vê yekê ye ku pêkanînên desthilatê yên heyî yên li ser rojnamevanan êdî vegeriye pergala îşkenceyê.”
 
DFG’ê bal kişand ser cezayê mûebbetê yê hefsê û 12 sal yê li rojnamevan Rojhat Dogrû hatiye birîn û destnîşan kir ku ev ceza biryareke weke tolê bistîne ye. DFG’ê dazanîn ku ‘Doza helîkopterê’ ya Wanê nîşan da ku lêpirsîn û dozên derbarê rojnamevanan de tên vekirin ne hiqûqî ne û destnîşan kir ku rojnamevanên ku mafê gel ê nûçe girtinê diparêzin, derxistina rastiyan û deşîfrekirina derewan ji xwe re kirine armanc wê her tim hebin.