Kesên nasname nediyar, nîşaneya 'X' li deriyê aliyê derve yê Komeleya Elewiyan a Demokratîk a Îzmîrê (Î-DAD) dan. Rêveberên Komeleyê, dema çûn komeleyê bi nîşaneyê hesiyan. Rêveberan diyar kirin hewl tê dayîn gel li hemberî hev rabin.
Ji rêveberên komeleyê Suleyman Deprem der barê mijarê de agahî da me û anî ziman ku zîhniyetê yekparêz û dewleta kûr ên nikarin xwe li encamên hilbijartinê rabigirin, li ser kar in. Deprem got, "Bi bûyerên li Amed û Çewlikê re hewl tê dayîn aramî were xerakirin. Ev hewldan bi kêr nayên. Em ê di pêşvebirina rewşa aştiyane de bi biryar bin."
Deprem da xuyakirin ku ew ê şopdarên mijarê bin û ragihand ku ew ê biçin Midûriyeta Emniyetê ya Îzmîrê û ji ber mijarê gilî bikin.