Denîz û hevalên xwe hatin bibîranîn: Bi tekez em ê serbikevin
Denîz Gezmîş û hevalên wî li ser gorên wan, li Mersîn û bajarên Hatayê hatin bibîranîn.
Denîz Gezmîş û hevalên wî li ser gorên wan, li Mersîn û bajarên Hatayê hatin bibîranîn.
Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan di salvegera darvekirina xwe de li ser gorên xwe bajarên din bi merasîman hatin bibîranîn. Di merasîman de hate gotin ku têkoşîna Denîzan îro baştir tê fêmkirin.
Pêşengên Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan di 45'emîn salvegera darvekirina xwe de li ser gorên xwe yê li Enqereyê hatin bibîranîn. Di merasîmê de Mazlum Dogan jî di nav de bi dehan şoreger jî hatin bibîranîn.
Bi dehan rêxistinên ciwanan, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û hezeran kes li deriyê Goristana Karşiyakayê hatin cem hev û beriya bîranînê di daxuyaniyê de hatin cem hev. Birayê Denîz Gezmîş Bora Gezmîş, parlamenterên CHP'ê Şenal Sarihan û Haydar Hakverdî, hevsera parêzerê Gezmîş, Şekîbe Çelenk jî beşdarî bîranînê bûn.
Di merasîmê de dirûşmên "Ji faşîzmê re mirin, ji gel re azadî" "Yusuf, Huseyîn Denîz berdewam dike wê têkoşîna me bidome" "Ji faşîzmê re mirin tekane rê şoreş" hatin berzkirin. Beriya serdana goristanê ji bo Denîzan rêz hate girtin. Li ser navê Federasyona Bektaşî Elewî (ABF), Komeleyên Elewî yê Demokratîk (DAD), Federasyona 78'an a Şoreşger, Partiya Şoreşger, Nûnertiya DÎSK'ê ya Herêma Enqereyê, EHP, EMEP, ESP, FKF, Halkevlerî, HDP, HDK, Platforma Şaxên KESK'ê ya Enqereyê, Federasyona Komeleyên Herêmê ya Kizilirmak, Kolektîfên Xwendekaran, Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD), SYKP, TMMOB'ê Berdevkê Demî ya Platforma Şaxên KESK'ê ya Enqeeyê Îsmaîl Kaygusuz xwend.
Kaygusuz diyar kir ku li Rojhilata Navîn taşerona şerê wekaletê DAIŞ gelan ji qatlîamê derbas dike û têkoşîna ku Denîzan li Filistinê dan bi bîr xist. Kaygusuz wiha axivî: "Em têkoşîna azadî û demokrasiyê ya ku li Sûriye û Iraqê gelên ku dijîn didin bi felsefeya Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan silav dikin."
'GELÊN TIRKIYEYÊ WÊ AŞITIYÊ BÎNIN'
Kaygusuz da zanîn ku gelên Tirkiyeyê li dijî faşîzmê û emperyalîzmê bi têkoşîna hevpar ve wê demokrasî û aştiyê bine herêmê. Kaygusuz destnîşan kir ku têkoşîna ku ciwanên 68'an dan îro baştir tê fêmkirin li dijî sîstema sermayeyê têkoşîn berdewam dike û wê bidome jî.
Kaygusuz bal kişand li ser polîtîkayên pêkûtiyê yên îktidara AKP'ê û wiha got: "Emperyalîzm-kapîtalîzm û paşverûtiya cihanê, polîtîkaya şerker a wan, wê bi berxwedana gelên cihanê ve dawiya dawî têk biçe. Li dijî nîzama sermayeyê, êrîşa rejîma yek zilam wê têkoşîna Sosyalîzm Demokrasî û Serxwebûnê bi ser keve."
Girse piştre çû ser gora Denîz Gezmîş, Yusuf Aslan û Huseyîn Înan. Li vir cigare, qurnefîl û genim danîn ser goran. Her rêxistin, komele û partiyê li vir merasîma xwe pêk anîn. Piştî helbest û sirûdan merasîmekî bi coş derbas bû.
MÊRSÎN
Platforma Demokrasî û Kedê ya Mêrsînê Denîz Gezmîş, Huseyîn Înan û Yusuf Aslan bi bîr anî. Endamê platfomê li Daristana Bîranînê ya Biratî û Aştiyê ya 68'an a li navçeya Toraslarê hatin cem hev û bi dirûşman ve dest bi meşê kirin. Piştî meşê li ber Abîdeya 3 Fîdanê hatin cem hev û li vir gul danîn ber abîdeyê.
Serokê Komeleya 68'an Selçuk Şahîn Polat li vir axaftineke kurt kir u wiha got: "Ji bo ku bi têkoşîna Denîzan ve girêdayî bimînin divê hemû hêz bibin yek. Em ê têkoşîna şoreşê ya ku wan hiştine berdewam bikin."
HATAY
Li avahiya ÎHD'ê ya Îskenderun a Hatayê jî ji bo Denîz Gezmîş Huseyîn Înan û Yusuf Aslan merasîma bîranînê hate lidarxistin. Serokê ÎHD'ê yê ÎSkenderunê Coşkun Selçuk axivî û wiha got: "Wan li hemberî nasnameya gelan rêz nîşandan. Hêzên emperyalîst û hevkarên wan teşhîr kirin û di nava gel de xwe rêxistin kirin û têkoşiyan."
Merasîma bîranînê bi dirûşma "Şehîdên şoreşê nemir in" bi dawî bû.