Demîrtaş: Ji bo şerê navxweyî derxîne hin kes ketine nava tevgerê-HAT NÛKIRIN

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş der barê êrîşên li Amedê de daxuyaniyek da û got, "Eger ji we nayê, eger hûn nikarin bi rêve bibin dest jê berdin. Dest ji hikûmetê berdin, wê kadroyên karibin vî welatî bi rêve bibin, derkevin holê."

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş der barê êrîşên li Amedê de daxuyaniyek da û got, "Eger ji we nayê, eger hûn nikarin bi rêve bibin dest jê berdin. Dest ji hikûmetê berdin, wê kadroyên karibin vî welatî bi rêve bibin, derkevin holê." Demîrtaş banga hestyariyê kir û destnîşan kir ku ew dizanin li hemberî êrîşan xwe biparêzin.

'DIVÊ TÊKILIYÊN ÊRÎŞKARÎ MÎTÎNGA LI AMEDÊ WERIN AŞKERAKIRIN'

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li Navenda Giştî ya HDP'ê der barê bûyerên di rojevê de daxuyanî da. Demîrtaş bal kişand ser provokasyona li Amedê û got, "3 hevalên me yên HDP'yî yên qetilkirin. HDP'yiyekî li hundirê mala wî ya li qatê 5'an qetil dikin. Kî hewl dide çi bike... Divê ev werin ronîkirin û hemû kujer bi têkiliyên xwe re werin aşkerakirin. Emniyet û Walîtiya Amedê divê bi lez û bez, beriya her tiştî hemû têkiliyên êrîşkarê bombeyî yê li mîtînga li Amedê ji raya giştî re aşkera bikin. Madem we girtine, wê demê aşkera bikin ev kes kî ye, çi ye, ji ku hatiye, kê alîkarî pê re kiriye, têkiliya xwe bi kîjan rêxistinê re heye? Divê ev hemû werin aşkerakirin."

'EGER HÛN NIKARIN HIKÛMETÊ BIMEŞÎNIN, DEST JÊ BERDIN!'

Demîrtaş medyaya nêzî AKP'ê rexne kir û got, "Kê serokê komeleyeke nêzî Partiya Hur Dava qetil kir? Kî be, divê bi hemû têkiliyên xwe werin aşkerakirin. Duh li Amedê kê 3 HDP'yî qetil kirin? Heta ku ev têkilî û tevn neyê aşkerakirin, bila medyaya alîgirê AKP'ê mîna manşetên xwe yên îro bi gotina 'HDP'yî hatin li Amedê înfazan destpê kirin' namerdiyê nekin. Yê tê qetilkirin em in, yê li komkujiyê rast tê em in û yê ji aliyê hikûmetê ve tê sûcdarkirin jî dîsa em in. Eger ji we nayê, eger hûn nikarin bimeşînin dest jê berdin. Dest ji hikûmetê berdin, wê kadroyên karibin vî welatî bi rêve bibin derkevin holê."

'EM DIZANIN DI DESTÊ KÊ DE ÇEK HEYE'

Demîrtaş li hemberî provokasyonan careke din banga hestyariyê li gel kir û got, "Em dijminatiyê li kesî nakin. Em rêxistineke çekdar jî nînin. Bila dev ji vê tewşikiyê berdin. Em dizanin ku di destê kê de çek heye. Em tevgerek, pariyeke mezin a siyasî ya Tirkiyeyê ne ku siyaseta demokratîk dimeşînin. Lewma her kesên li pêşeroja civakê difikire, girîng e bi sebir û hestyarî tevbigere. Tevî van hemû provokasyonan jî, bi saya sekna rêxistinbûyî û bi dîsîplîn a gelê xwe, me ev hemû pûç kirin, lê me berdêleke giran dan. Her roj em cenazeyan vedişêrin. Li Amedê, li bajarên din merasîmên me yên cenaze hene."

NERAZÎBÛNA LI ERDOGAN Û DAVÛTOGLÛ

Demîrtaş nerazîbûn nîşanî Serokkomarê Tirk Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû da ku li hemberî provokasyonan bêden gin û ev xal destnîşan kir:

"Serokkomarê welêt, Serokwezîrê welêt hînê bêdeng in. Ji bo şerekî navxweyî derxîne hin hêz rabûne ketine nava tevgerê, lê li holê Serokwezîr nîne. Serokkomar nîne, wezîr nînin. Deng ji Wezîrê Karên Hundir, Wezîrê Edaletê nayê. Mîna ku li bendê ne welat tevlîhev bibe, şerê navxweyî derkeve û dûre jî rabin bêjin, 'binêrin bi qîmeta AKP'ê zanibin. Piştî ku AKP ji hikûmetê ket, kaos û tevlîhevî li welêt xwe da der'. Em ê rê nedin vê, ev rê wê bi AKP'ê, bê AKP'ê jî di rêya xwe de bimeşe, aştiyê pêk were, demokrasî pêk were. Em ê bi baweriyeke ji xwe  û berpirsyariya ku gelê me bi desteka xwe re daye me, tevbigerin û bixebitin."

'EM Ê ZANIBIN XWE BIPARÊZIN'

Demîrtaş da xuyakirin ku êrîşên li hemberî HDP'ê yên di dema hilbijartinê de hatin kirin ji navendekê hatin birêvebirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: "Li gelek deverên welêt HDP kirin hedef. Yên ev kirin jî ew kesên ku bi awayekî vekirî HDP sûcdar kirine ye. Em neketine nava şer, em tevlî hilbijartinê bûn. Divê hurmet bê nîşandan. Yên li ser dengên partiya me girtin nîqaşên rewatiyê dimeşînin reben in. Dema ji wan re deng tên rewa dibe lê dema deng ji HDP'ê re tên çima lêpirsîna vê dikin. Ev bêhûrmetiya wan e. Çiqas êrîşê bikin HDP dest ji aqilkamiliya xwe bernade û wê zanibe xwe biparêze. Em pezê qurbanî nîn in, em partiyekî demokratîk a bi hêz in. Em xebata demokratîk a ku pêşerojeke Tirkiyeyê ji nû ve saz bike ne. Em xwe ji gelên Tirkiyeyê re deyndar hîs dikin. Em destûrê nadin kaos û şerê navxweyî derbikeve. Eger helwesta me ya aqilkamilî neba Tirkiyeyê bêhn nedigirt."

Demîrtaş têkildarî nîqaşên "dengên emanet" û koalîsyonê jî wiha got: "Tenê dengek ê emanet hebe bi qîmet e. Em partiyekî bi dengên emanet bend derbaskirî nîn in. Girseyekî me ya bi hêz heye û me bi piştgiriya wan bend derbas kir. Heke tenê dengekî emanet ji me re hatibe dayîn em dê hûrmetê li hemberî wê bigirin. Em di serî de jî ev yêk got. Hinek dibêjin 'Em bi HDP'iyan re nayên cem hev' Bi HDP'ê re hatina cem hev ji wan re şeref e."