Demîrtaş: Ji bilî HDP'ê rêya rizgariyê nîne; hêza me ya serketinê heye

Heyetên HDP û Partiya Sosyalîstên Ewropayê li Enqereyê li hev rûniştin. Demîrtaş da xuyakirin, ku ji bilî HDP'ê rêyeke din a rizgariyê nîne û ji civakê xwest, wêrek be. Demîrtaş got, hêza wan a sekinandina rejîma AKP/Qesrê heye.

Heyeta HDP'ê ku Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş û Alîkarê Hevserokan ê ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Hişyar Ozsoy jî di nav de bû, îro li navenda giştî bi heyeta Partiya Sosyalîstên Ewropayê (PES) a bi serokatiya Serokê Giştî Sergeî Stanîshev re hevdîtin kir. PiştÎ hevdîtinê Demırtaş û Stanîshev daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê.

STANÎSHEV: ENDÎŞEYÊN ME ZÊDE NE!

Stanîshev da xuyakirin, ku ev cara 3'an de îsal tê Tirkiyeyê û diyar kir, ji ber bûyerên di dewama dawî de diqewimin ew gelekî bi endîşe ne. Stanîshev got, "Em duh li Amedê bûn. Her du Hevşaredar hatin girtin. Ev rewşeke sîstematîk e. Rewşa zêdeyî 20 şaredariyên li başûrrohilat bi vî rengî ye. Hevşaredar ji wezîfeyê hatin girtin, li şûna wan qeyûm hatin bicihkirin. Li şûna endamên meclîsa şaredariyê jî qeyûm bi cih kirin. Weke Partiya Sosyalîstên Ewropayê bêguman hurmeta me ji hiqûqê re heye, lê di mijara serxwebûna dadgeriyê de em bi fikar in. Em dibînin li dijî hemû dengên mûxalîf zext tê kirin.

Di rojên dawî de 15 organên medyayê hatin girtin, zêdeyî 10 hezar xebatkarên cemaweriyê ji kar hatin derxistin. Avêtin ser Cûmhûriyetê ku yek ji rojnameyên kevn û bingehîn a Tirkiyeyê ye. Bêguman em ji ber van bûyeran bi endîşe ne.

Em bi Birêz Demîrtaş re li ser van mijaran axivîn. Wê li Pragê jî civîneke me pêk were, me Birêz Demîrtaş vexwend wê civînê."

DEMÎRTAŞ: NE GIRTIN E; REVANDIN, DÎLGIRTIN E!

Piştre Demîrtaş bersiv da pirsên kedkarên çapemeniyê û diyar kir, ku şaş e mirov ji girtina Hevşaredar Kişanak, Anli û Berdevka KJA'yê Ayla Akat Ata re bêjin hatine girt. Demîrtaş got, "Li holê dadgerî nîne. Ev yek şêweyekî ravendiyê ye, dîlgirtinê ye. Girtin nîne. Hevalên me ji aliyê desthilatdariya AKP'ê ve hatine revandin û li cihekî jê re girtîgeh tê gotin, dîl tên girtin. Ev ne pêvajoyeke dadgeriyê ye. Navê vê ne girtin e. Navê vê revandin e, dîlgirtin e. Hevalên me hatine revandin, dîlgirtin. Em ê li dijî vê yekê têkoşîneke xurt bimeşînin."

'BILA GELÊ ME BI WÊREKÎ TEVBIGERE'

Demîrtaş da xuyakirin, ku li pêşberî wan feraseteke zordar heye, dest daniye ser dewletê û destnîşan kir, ku ti cudahiya AKP'ê ji darbekaran nîne.

Demîrtaş got, "Divê gelê me, civak li dijî van hewldanên çavtirsandinê bi wêrekî tevbigere. Serdemên zextê ji xwe serdemên dînîtiyê ne. Li cîhanê rewşên bi vî rengî gelekî rû dan, hê jî li gelek welatan hene. Rejîmên bi vî rengî yên dane dû dîktatoriyê, heta ku civakeke çavtirsiyayî nafirînin, nikarin bi ser bikevin. Lewma li dijî van divê her kes bi hev re tevbigerin. Em bang li her kesî dikin ku têkoşîneke hevpar bimeşînin. Em ê li pêşiya pêkanîna hedefên siyasî yên AKP'ê bibin asteng."

'NIKARIN HDP'Ê BIQEDÎNIN'

Demîrtaş rakirina destnedana parlamenteriyê bibîr xist û got, "Dixwazin parlamenteran bixin girtîgehê. Di hilbijartineke gengaz de jî dixwazin HDP'ê di binê bendê de bihêlin û 400 parlamenteran bi dest bixin. Lazim e civaka Tirkiyeyê vê bibîne. Ev gelekî eşkere û zelal e. Yekane astengiya li pêşiya vê dîktatoriyê, HDP ye. Eger HDP ji holê were rakirin, wê kabûsek bi ser her kesî ve bê û bi dehan salan dewam bike. Nikarin îro vê yekê bikin, ji ber ku em hene. Eger di hilbijartina pêş de HDP ji sedî 15, 20 ê dengan bi bistîne, wê xeyalên wan bibe kabûs.

Amadekariyê dikin ji bo parlametnerên me bigirin. Lê belê divê her kes zanibe, li derve 6 mîlyon mirovên deng dane HDP'ê hene. Hemûyan bigirin jî wê nikaribin HDP'ê biqedînin. Bila ji vê piştrast bin. Em li girtîgehê jî bin, em xwedî wê hêzê ne ku li dijî AKP'ê serketinên mezin bi dest bixin."

'HÊZA ME YA RAWESTANDINA WAN HEYE'

Demîrtaş der barê armanca AKP'ê ya sîstema serokatiyê de got, "Mebesta wan ji sîstema serokatiyê, ev bûyerên em îro dijîn e. Mebesat wan ji serokatiyê, ewlekirina sîstema yek şexsî bi destûra bingehîn e. Piştre wê bêjin, 'li vî welatî cihê kesên mîna me nafikire, nîne'. Hêza me heye ku em pêşî li vê bigirin. Me berê bi ser xist, em ê dîsa bi ser bixînin."