Hevserokê Giştî yê HDP'ê Demîrtaş der barê Serokatiya Meclîsê de got, "Biryareke me ya ji bo destekkirina namzetekî din nîne" û diyar kir ku MHP di bin navê 'dijminatiya li HDP'ê' de hewl dide alternatîfên koalîsyona bêyî AKP'ê ji holê rake.
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li Navenda Giştî ya HDP'ê beriya hevdîtina bi Koordînatorê Muqîm (Rûniştvan) ê Neteweyên Yekbûyî Kamal Malhotra, bersiv da pirsên rojnamevanan.
'PÊŞÎ LI AKP'Ê VEDIKIN'
Demîrtaş bersiv da pirsên li ser hilbijartinên Serokatiya Meclîsê û helwesta MHP'ê ya li hemberî wan û daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku digot, "Eger HDP sibe ji bo Serokatiya Meclîsê ragihîne ku ew ê destekê bide Baykal, em ê den nedin Denîz Baykal" nirxand. Demîrtaş got, "Bala xwe bidinê; di bin navê 'dijminatiya li HDP'ê' alternatîfên koalîsyona bêyî AKP'ê ji holê radikin. Di hilbijartinên Serokatiya Meclîsê de pêşî li AKP'ê vedikin. Ji bo Serokatiya Meclîsê pêşî li AKP'ê vedikin. Ji bo polîtîkayên AKP'ê careke din li Tirkiyeyê serdest be, MHP bi awayekî sergirtî destekê dide. Lê belê ji ber ku nikarin bi awayekî vekirî bêjin 'Em vê ji bo AKP'ê dikin', êrîş HDP'ê dikin, bi dijminatiya li HDP'ê, bi zimanekî dijberiya HDP'ê re hewl didin vê bikin." Demîrtaş got, "Di binê her gotina wan de hezkirina wan a ji bo AKP'ê heye. Ev gelekî baş tê fêmkirin. Em û kêfa xwe. Ne karê me ye ku em siyaseta wan an jî nesiyasetiya wan diyar bikin."
'POLÎTÎKA ERZAN LI PARTIYA ME NAYÊ'
Demîrtaş wiha axivî: "Tevî van hemû sûcdariyên giran jî sekna me ev e; ji bo çareseriya pirsgirêkên welêt, ji bo azadiya welatiyên me, em amade ne bi MHP'ê re li dora heman maseyê rûnên û pirsgirêkên welêt nîqaş bikin. Siyaseta me ev e. Me kesek nekir dijmin, bêqîmet nekir, vîna hilbijêran tine nehesiband û em helwesteke bi vî rengî jî nîşan nadin. Polîtîkayeke erzan li partiya me nayê. Gel, ji bo em pirsgirêkan çareser bikin em şand Meclîsê. Ji bo vê deng da me. Em dixwazin bersivê bidin vê. Her kêliya em li Meclîsê bin, em ê bi hestên aştî, biratî, wekhevî û edaletê, di xizmeta gelê xwe de bin. Rewşa din me eleqedar nake. Ew û kêfa xwe. Ew ê biryarê bidin bê çi bikin."
'DIVÊ EW KURSÎ NE JI AKP'Ê RE BE; DI VÎ WARÎ DE EM ZELAL IN'
Demîrtaş ji bo pirsa 'hûnê destekê bidin namzetê CHP'ê' ev bersiv da:
"Helwesta me gelekî zelal e. Em dibêjin, 'Divê ev kursî di vê demê de ne ji AKP'ê re be'. Di vî warî de em zelal in. Partiyên din dikarin vê bêjin, yan jî wê bibin piştevanê AKP'ê? Em ê bibînin. Piştî çend saetên din wê zelal bibe. Li gorî me li kursiya Serokatiya Meclîsê wê Dengîr Mîr Mehmet Firat ê HDP destekê dide, rûnê. Ji bilî wî, koma me nefikiriye ku destekê bide namzetekî din. Parlamenterên me di vî warî de bi vîna xwe tevdigerin. Biryareke me ya destekkirina namzetekî din nîne. Eger hûn naxwazin, hingî destekê bidin Dengîr Beg. Alternatîf ev e. Eger destekê nadin namzetê AKP'ê hingî destekê bidin Dengîr Beg û mora xwe deynin binê guhertineke baş a li Meclîsê."