Demîrtaş: Birêz Ocalan jî, me jî serî netewand

Selahattîn Demîrtaş li ser axaftina xwe ya li rûniştina dozê daxuyaniyek da, ku axaftina wî bi rengekî şaş hate weşandin.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ku dîlgirtî ye, dema ku li Girtîgeha Edîrneyê bi parêzerên xwe re rûnişt, peyamek da raya giştî.

Demîrtaş diyar kir ku beşek ji axaftina wî ya li rûniştina doza li Enqereyê ji aliyê hin organên çapemeniyê ve şaş hatine weşandin û ji bo zelalkirina rewşê dixwaze careke din bêje;

"Birêz Ocalan ti carî bi min re an jî partiya min re têkiliyeke ku fermanê bide, dananiye. Lê belê hikumetê hewl da hin nirxandinên Birêz Ocalan weke fermanê bide me. Halbûkî heta niha der barê me de ne ji Birêz Ocalan fermanek girtine, ne jî tiştek bi me dane qebûlkirin. Lê belê hewl dan pêvajoya çareseriyê ya Îmraliyê veguherînin amûreke zexta siyasî û şantajê. Ne Birêz Ocalan, ne jî me serî li ber van zextan tewand."

Demîrtaş diyar kir ku hemû gotinên wî yên di rûniştina dozê de gotiye sedî sed rast in û got, ji bo bêsamîmiyeta hikumetê ya li pêvajoyên çareseriyê baş were fêhmkirin, girîng e ev bên zanîn.