Demîrel: Dawiya AKP û Erdogan wê wekî Hîtler be
Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel bertek nîşanî girtina DÎHA, JINHA û Azadiya welat da û got ku çawa dawiya faşîzma Hîtler hat wê di demek nêz de dawiya faşîzma AKP û Erdogan jî bê.
Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel bertek nîşanî girtina DÎHA, JINHA û Azadiya welat da û got ku çawa dawiya faşîzma Hîtler hat wê di demek nêz de dawiya faşîzma AKP û Erdogan jî bê.
Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel bertek nîşanî girtina DÎHA, JINHA û Azadiya welat da û got ku çawa dawiya faşîzma Hîtler hat wê di demek nêz de dawiya faşîzma AKP û Erdogan jî bê.
Ev salekê zêdetir e bi her awayî êrîşî vîna gelê Kurd tê kirin her roj bi dehan siyasetmedarên Kurd tên girtin û Rojname, Ajans, Radyo û Kovar tên mohrkirin û girtin. Herî dawî Ajansa Nûçeya ya Jinê (JINHA) ya ku yekemîn di cîhanê de li ser navê jinan weşanê dike, Rojnameya Azadiya Welat a ku di cîhanê de yekemîn zimanê Kurdî rojane weşanê dike û ajansa me Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya ku di 4’ê Nîsana 2002’an de heta niha li hemberî zor û zordariyên dewletê bi awayekî sekeftî nûçeyan dişopîne û raya giştî re parve dike ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatin mohrkirin. Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel di têkildarî girtina Ajansa JINHA, DÎHA û Rojnameya Azadiya Welat axivî û diyar kir ku hikûmet her roj êrîşên hovane li dijî vîna gelê Kurd dike û bi her awayî dixwaze desthilatdariya xwe qehîm bike.
‘PARVEKIRINA RASTIYAN WEKÎ SÛC HAT DÎTIN’
Demîrel da zanîn ku ev sal û nîv e darbeyek siyasî berdewam dike û wiha axivî: “Hikûmet ev ji salekê zêdetir e li dijî vîna gelê Kurd darbeyek siyasî dide meşandin û bi her awayî dixwaze dengê gelê Kurd bibire û bi vî awayî desthilatdariya xwe qehîm bike. Ji ber vê yekê jî êrîşî vîna gel dikin û dengê çapemeniya Kurd bi awayekî hovane dibirin. Lê bi salan e em hemû dizanin ku çapemeniya Kurd di nav zor û zehmetiyan de kar û xebatên xwe dike û rastiyên civakê ji raya giştî re parve dike. Parvekirina rastiyan ji bo çapemeniya Kurd wekî sûc hat dîtin.”
‘’DÎKTATOR NEMA JINAN RADIGIRIN’
Demîrel bal kişand ser mohrkirina JINHA’yê û axaftina xwe wiha berdewam kir: “JINHA yekemîn ajans e ku di cîhanê de ji bo jinan û zordestiya zilam a li hemberî jinan derdixe holê û nûçeyan çê dike. JINHA çapemeniya jinê ye. Lê tehemûla desthilatdar û dîktatoran li jinê nema ye. Ev jî dê ji bo hikûmeta AKP’ê wekî şerm û rûreşiyekê di rûpelên dîrokê de cihê xwe bigire.”
‘GIRTINA ÇAPEMENIYA AZAD DARBEYA LI ÇAND, ZIMAN Û DÎROKA KURD E’
Demîrel destnîşan kir ku rojnameya Azadiya Welat di cîhanê de yekemîn Rojnama ye ku bi zimanê Kurdî weşanê dike û axaftina xwe wiha domand: “Her gel bi ziman, çand û dîroka xwe mirov e. Her mirov jî ji fikr û ramanên xwe çand, ziman û dîroka xwe dide nivîsandin. Azadiya Welat ji bo gelê Kurd wekî dibistanekê ye. Girtina Azadiya Welat darbeya li hemberî çand, ziman û dîroka Kurdî ye. Lê gelê Kurd bi hêz e û çawa ku bi salan e li hemberî hemû zordariyan serî netewand, çand, ziman û dîroka xwe ji bîr nekir û her tim xwedî ziman, çand û dîroka xwe derket, wê ji niha şûn de jî bi hêzekî mezin xwedî ziman, çand û dîrokaxwe derbikeve û piştgiriyê bide çapemeniya xwe.”
‘NÛÇEGIHANÊN DÎHA’YÊ MIRIN ANÎN BER ÇAVÊ XWE’
Demîrel da xuyakirin ku DÎHA’yê jî her tim rastiyên civakê ji raya giştî re parve kir û wiha pêde çû: “Binêrin di pêvajoya şer de bi dehan nûçegihanên DÎHA’yê ji ber ku rastiyên civakê ji raya giştî re parvekirin an hatin binçavkirin an jî hatn girtin. Lê dîsa jî her tim bi awayekî hêz xebatên xwe berdewam kirin û mirin dan ber bi çavên xwe dîsa jî rastî nivîsandinan de gav paş ve neavêtin. Em bawerin ku gelê Kurd tu caran vê hovitiya hikûmeta AKP’ê bîr nake û dê her tim piştgiriyê bide çapemeniya bi rûmet.”
‘DAWIYÊ FAŞÎZMA ERDOGAN Û AKP’Ê WÊ HILWEŞE’
Demîrel bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Qirêjiyên hikûmetê yên li hemberî gelê Kurd gihîştin asta herî jor. Ev nayê qebûlkirin. Divê ku hikûmet demildest dev ji van qirêjiyên xwe berde û vîna gelê Kurd nelîze. Em ê jî niha şûn ve mal bi mal, kolan bi kolan bigerin û vê faşîzma AKP’ê bi gel re parve bikin. Bi rastî êdî ev faşîzma ku li dijî vîna gelê Kurd tê kirin nayê qebûlkirin. Lê me hemûyan der barê Hîtler de gelek tişt xwendin. Çawa ku dawiya faşîzma Hîtler hat dê di demek nêz de dawiya faşîzma AKP’ê û Erdogan jî wekî Hîtler bê.”