Dayikên Şemiyê xwestin hestiyên zarokên wan bên dîtin
Dayikên Şemiyê xwestin hestiyên zarokên wan bên dîtin
Dayikên Şemiyê xwestin hestiyên zarokên wan bên dîtin
Dayîkê Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 421'an de aqubeta zarokên xwe careke din pirsîn. Dayîkan di çalakiya endamên Heyata Komîsyona Mirovên Aqilmend ên Marmarayê jî tevlî bûn de diyar kirin ku heta birînên wan neyên darmankirin û winda neyên derxistin aştî ji bo wan bê wateye. Endamê Heyetê Mîthat Sancar jî wiha got: "Aştî heta birînên borî dermaneke nayê înşakirin. Teqeze rêbazên birînên paşerojê bên dermankirin dê bên rojevê."
Di çalakiyê de pankrata "Kiryaran diyar bikin û winda li ku ne" hate vekirin û wêneyên kesên hatin windakirin hatin hilgirtin. Endamên Komîsyona Mirovên Aqilmend ên herêma Marmaryê Mîthat Sancar, Levent Korkut û Alî Bayramoglu, Alîkarê Serokê Gişt yê CHP'ê Sezgin Tanrıkulu, wekîlên CHP'ê Huseyîn Aygun û Velî Agbaba tevlî çalakiyê bûn. Dayîkên Şemiyê aqubeta zarokên xwe yên bi îşkenceyan hatin windakirin pirsîn. Di çalakiyê de ewil dayîka Hasan Ocak Emîne Ocak axivî û diyar kir ku 18 salin li windayan digerin û di vê têkoşînê de gelek caran îşkence dîtin hatin binçavkirin û hatin girtin lê dest ji têkoşîna xwe bernedan û wiha got: "Qatilên kurê min peyda bikin. Bi wijdan bin." Ocak xwest ku kiryaran derbixin ber dadê.
Birayê Kenan Bîlgîn, Îrfan Bîlgîn jî diyar kir ku her tim li Qada Galatasarayê daxwaza aştiyê kirin. Bîlgîn, anî ziman ku xizmên wan ji ber nasnameya muxalîf hatin windakirin û heta kiryarên windayan neyên darizandin ji bo wan aştî tu tiştî îfade nake. Birayê Seyhan Dogan Kadrî Dogan jî diyar kir ku 18 salin aqubeta birayê xwe dipirsin lê hêj hestiyên wî peyda nekirine. Dogan bertek nîşanî wekîlên CHP'ê yên tevlî çalakiyê bûn da û wiha got: "CHP ne di aştiyê de ne jî ji bo kesên xizmên me windakirin ji peyvirê bigirin tuneye. Ez tu wateyê nade hatina wan a vir."
KUJER NEYÊN DÎTIN AŞTÎ NE MUMKUNE
Xwîşka Hayrettîn Eren Îkbal Eren jî diyar kir ku xizmên windayan "bîranekî senaryoyê nîn e jiya bi xwe ye" û Serokwezîr Erdogan soz da Dayîkên Şemiyê dê aqubeta windayan zelal bike û wiha got: "Serokwezîr tenê gavek jî neavêt. Tu rastiyên em nezanin dernexistin holê. Li cihê qatil neyên darizandin aştî nemimkun e."
Birayê Ridvan Karakoç Hasan Karakoç jî diyar kir ku dengê hemû Dayîkên Şemiyê hate bihîztin lê dengê Dayîkên Aştiyê nayê bihîstin. Karakoç, anî ziman ku Serokwezîr Erdogan demekê hêviyên dê aqubeta windayan zelal bike dan û wiha got: "Lê hemû derew bûn. Serokwezîr li ber çavê hemû dinê derew kirin. Em hestiyên xwe dixwazin. Wijdana li hemberî vê yekê ji xwe şermê neke em matmayî ne. Di pêvajoya aştiyê de divê bi me re helaliyê bikin." Birayê Cemîl Kirbayir Mîkaîl Kirbayir jî diyar kir ku ji bo înşaya aştiyê divê Tirkiye bi paşeroja xwe re rû bi rû bê.
Daxuyaniya hefteyê Gulbahar Gozkurd xwend û diyar kir ku çalakiya wan berî 23'yê Nîsanê Cejna Zarokan hat û Tirkiye bi cejna gelek zarokên cîhanê tevlî dibin pesnê xwe dide, lê di salên 1990'an de bi dehan zarok ji aliyê polîsan ve hatin qetilkirin. Bozkurt, da zanîn ku zarokên bi navê Dîlek Serîn, Davut Altunkaynak, Nedîm Akyon, Îlyas Dîrîl, Munîr Saritaş, Îkram Îpek bi rêbazên gelek hov ên îşkenceyê di salên 1990'an de di bin çavan de hatin windakirin û ev yek di fezlekeyên dozgeriyê de hen. Bozkurt, anî ziman ku heta nihat tu qatilên zarokan nehatin darizandin û wiha got: "Cejna zarokên me ya rast dê bi aştiyê pêk bê."
AŞTÎ DÊ BI DERMANKIRINA BIRÎNÊN BORÎ PÊK BÊ
Piştî daxuyaniyê endamên Komîsyona Mirovên Aqilmend Mîthat Sancar, Alî Bayramoglu û Levent Korkut pirsên rojnamegeran bersivandin. Alî Bayramoglu, diyar kir ku kesên di demên borî hêviyên wan hatin şikandin baweriyê bi pêvajoyê bînin hêsan nîn e û wiha got: "Ya girîng ew e ku wan hîsan bi peyava aştiyê bikarbînin e." Mîthat Sancar jî diyar kir ku pêvajoya aştiyê dê birînên borî jiyîn bi birbixe û hînî aştî bilind bibe tiştên di şer de jiyên dê bêtir bê bîra wan. Sîncar, anî ziman ku heta birînên borî neyên dermankirin aştî nayê înşakirin û wiha got: "Teqez dê rêbazên birînên borî bên dermankirin bê rojevê. Ji ber ku înşaya aştiyê heta birînên borî neyên darmankirin pêk nayê. Birînên deh hezaran kesan di vê pêvajoyê de hene. Civak hemû bi birîn e. Ev birîn incax bi aştiyê çareser bibin." Levent Korkut jî wiha got: "Aliyê aştiyê yek bêçebûn e û yê din jî kewandina birînan e. Ji ber vê yekê hînî tevkariya civakê hebe dê ewqas fêde bibe. Em dê daxwazên Dayîkên Şemiyê rabigihînin."