Dayîka Yûsûf Aslan jiyana xwe ji dest da

Dayîka Yûsûf Aslan jiyana xwe ji dest da

Dayîka Yûsûf Aslan yê di 6’ê adara 1972’an de li gel Denîz Gezmîş û Huseyîn Înan hate darvekirin Medîha Aslan di temenê xwe yê 87 salî de jiyana xwe ji dest da

Dayîka Yûsûf Aslan Medîha Aslan ku li Antalyayê bi xwişka xwe Emel Bîlîk re jiyan dikir, di demjimêrên sibehê de jiyana xwe ji dest da. Termê Medîha Aslan ku demek dirêjbû nedikarî baş biaxive û di hafizayê de zorî dikişand, birin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Akdenîzê.

Termê Aslan sibe dê piştî nimêja nîvro li Goristana Uncali Kentê defin bikin.

.