Dayik Beçet: Tecrîdê bi dawî bikin!
Fatma Beçet, dayika girtiya bi navê Ayten Beçet, ku çalakiya fedaî kirî got, ''Tecrîd divê biqede. Bila dilê dayikên din neşewite.''
Fatma Beçet, dayika girtiya bi navê Ayten Beçet, ku çalakiya fedaî kirî got, ''Tecrîd divê biqede. Bila dilê dayikên din neşewite.''
Ji bo ku cenazeyê Ayten Beçet, ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê, ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar bike, saet derdora 05.00'an bi çalakiya fedaî dawî li jiyana xwe anî, were standin, bav û apê Beçet ber bi Stenbolê bi rê ketin.
'XWEST KU EM BIÇIN SERDANA BERXWEDÊRÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ'
Dayika Beçek, Fatma Beçet, ku li Dîlokê ji cîranên xwe hîn bû ku keça wê dawî li jiyana we aniye, ji MA'yê re axivî, diyar kir ku herî dawî Hezîrana 2018'an, Cejna Remezanê keça xwe dîtiye, heftiya bihurî Pêrşemê jî bi telefonê axivîne û got, ''Ji min re got li girtîgehê rewşa wan baş e, bila dilê we rehet be. Wê li hevalên xwe yên di greva birçîbûnê de bûn, dinerî. Ew ne di greva birçîbûnê de bû. Di telefonê de ji min re got, ''vê navberê, ez ê tiştekî bikim''. Lê min fêhm nekir çi got. Bi min de xeyidîbû û gotibû, ''çima hûn naçin cem hevalên ku di greva birçîbûnê de ne.''
'DIVÊ TECRÎD BIQEDE'
Dayik Behçet li dijî tecrîdê helwest nîşan da û got, ''Bila dawî li tecrîda li ser Ocalan bînin. Bila ev şer jî biqede. Em naxwazin kesek bimire. Kezeba min peritî, bila kezeba dayikên din neperite. Bila dayik rabin û li dijî vî şerî bibêjin, ''êdî bes e''. Ev çend meh in mirov di greva birçîbûnê de ne.''
Hate diyarkirin piştî ku cenazeyê Ayten Beçet, ku li Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosna ya li Stenbolê ye, hate standin, wê werînin Dîlokê.