Daxwaza parêzerên Ocalan a hevdîtinê hat redkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlên xwe yê saleke bi malbat, parêzer û Heyeta Îmraliyê re hevdîtin nekiriye, serî li dozgeriyê dan. Lê, dozgeriyê bi hinceta "Keştî xerabe ye" serlêdan red kir.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mûharrem Şahîn û Mehmet Ayata ji bo bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bîne, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê, dozgeriyê bi hinceta "Keştî xerabe ye”, serlêdana parêzeran red kir.

Parêzerên Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana parêzeran a her hefteyê jî bi hinceta "keştî xerabe ye" an jî bi "muxalefeta hewayê" tê redkirin.

Herî dawî bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re di 5'ê Nîsana 2015'an de Heyeta Îmraliyê hevdîtin pêk anîbû. Di hevdîtinê de Ocalan hişyariya "Dibe ku ev hevdîtina dawî be" kiribû. Ocalan ev tişt anîbû ziman: "Hem hûn hem jî heyeta dewletê heke bi heyeta şopandinê re neyên ev yek ji bo min ne tiştek e, tiştekî fermî nîne û nabe jî. Heke hûn jî bi heyeta şopandinê re neyên hûn jî divê hatinê red bikin."