Davûtoglû careke din ji DAIŞ'ê re got erê, ji Kurdan re got na!
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû got, "Eger PKK gefê li rêveberiya Erbîlê bixwe, em ê vê gefê li hemberî xwe bibînin."
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû got, "Eger PKK gefê li rêveberiya Erbîlê bixwe, em ê vê gefê li hemberî xwe bibînin."
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû got, "Eger PKK gefê li rêveberiya Erbîlê bixwe, em ê vê gefê li hemberî xwe bibînin."
Serokwezîrê Tirk bi gotina, "Ji Lazkiye heta Silêmaniyeyê, her tiştên li vê xetê, ewlekariya me ya neteweyî eleqedar dike" dijminatiya xwe ya li Kurdan careke din nîşan da.
Serokwezîrê Tirk, ku dema Hewlêr kêm mabû ji aliyê DAIŞ'ê ve were dagirkirin li hemberî xwe weke gefekê nedît, bi vê daxuyaniya xwe re nefreta xwe ya li hemberî destketiyên Kurdan careke din nîşan da.
Di sala 2013'an de dema DAIŞ'ê ji bo êrîşî Hewlêrê bike xwe nêzî herêma Mexmûrê kiribû, rêveberiya Başûrê Kurdistanê alîkarî ji PKK'ê xwestibû. Gerîlayên PKK'ê jî êrîşa DAIŞ'ê ya li hemberî Hewlêrê şikandibûn û herêm ewle kiribûn.
Hikûmeta Tirk a destek da vê êrîşa DAIŞ'ê, di ser PDK'ê re xwestibû gerîlayên PKK'ê ji herêmê werin derxistin. Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî jî gotibû, "Li hemberî êrîşa DAIŞ'ê me dixwest Tirkiye destekê bide me" û bi vî rengî bal kişandibû ser 'xemsariya' hikûmeta Tirk a li hemberî vê gefê.
Piştî ku herêmên Mexmûr û Şengalê hatin ewlekirin, rayedarên PDK'ê jî mîna AKP'ê daxuyaniyên bi heman rengî dan. Hikûmeta Tirk bi PDK'ê re li hev kir û di bin navê 'têkoşîna li dijî DAIŞ'ê' de leşkerên Tirk li Başîka bi cih kir.
Lê belê Davûtoglû hefteya derbasbûyî li xwe mikur hatibû ku kampa Başîka ne li dijî DAIŞ'ê, 'ji bo têkoşîna li hemberî PKK'ê' hatiye avakirin.