Darizandina polîsê ku Abdullah Comert qetil kir, destpê kir
Rûniştina doza li ser kuştina Abdullah Comert ê di dema protestoyên Parka Gezî de, li 2. Dadgeha Cezaya Giran a Balikesîrê dest pê kir.

Abdullah Comert di dema berxwedana Geziyê de di protestoyan de bi fîşeka gazê ya polîsan avêt, jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî qetilkirina Comert li Ahmet Kûş doz hat vekirin û doz bi hinceta ewlehiyê ji Hatayê biribûn Balikesîrê. Runiştin dozê li 2. Dadgeha Cezaya Giran destpê kir.
Bersûc Kûş bi sîstema SEGBÎS ya deng û dîmen beşdarî rûniştinê bû. Dayika Abdullah Comert, Hatîce Comert û birayê wî Adnan Comert, gelek parêzerên mudaxîl beşdar bûn.
Bi tespîtkirina nasnameyan rûniştinê destpê kir û tê payîn ku parêzer daxwazên xwe pêşkêşî heyeta dadgehê bike.