Danişîna Doza Kobanê hat taloqkirin

Siyasetmedar û parêzer ên li ser Doza Kobanê dihatin darizandin tevlê danişînê nebûn. Danişîn hat taloqkirin.

Danişîna Doza Kobanê ku piştî serokê dadgehê daxwaz redkirin, parêzer û siyasetmedar tevlî nebûn, rojekê hat taloqkirin.

Danişîna 6’emîn a ewil a Doza Kobanê li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê hat dîtin. Hevserokên giştî yên HDP'ê yê berê, endamên Desteya Navendî ya HDP'ê û rêvebirên HDP'ê jî di nav de 21 jê girtî 108 kes di çarçoveya vê dozê de tên darizandin.

Parêzerên dozê Mavîş Aydin û Kenan Maçoglû, ji ber guhertina serokê dadgehê duh xwestibûn vedora danişînê ji nû ve bê serastkirin û danişîn taloqî 2 mehên din bê kirin. Ji ber ku ev daxwazên wan ji hêla serokê dadgehê ve nehatin qebûlkirin parêzer tevlî danişînê nebûn.

Dozgeriyê ji ber hêcetên niha û yên beriya niha wek yek bûn xwest daxwaz bên redkirin. Li ser vê yekê şandeya dadgehê jî daxwazên parêzeran red kir û danişîn rojekê taloq kir.

Danişîn wê 11'ê Mijdarê bidome.