DAIŞ li Mûsilê li ser hev derbe dixwin
Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê dewam dike. Rêya di navbera Şengal û Tilehfer hate kontrolkirin, 2 gund hatin rizgarkirin. Yek ji rêveberên asta bilind a DAIŞ’ê Ziyad Xefûfe hate kuştin.
Operasyona ji bo rizgarkirina Mûsilê dewam dike. Rêya di navbera Şengal û Tilehfer hate kontrolkirin, 2 gund hatin rizgarkirin. Yek ji rêveberên asta bilind a DAIŞ’ê Ziyad Xefûfe hate kuştin.
Operasyona artêşa Iraqê ya ji bo rizgarkirina Mûsilê dewam dike, ji aliyê Navenda Çapemeniya Heşdî El Şabî daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku rêya di navbera Şengal û Tilehferê de ji aliyê hêzên Heşdî El Şehbî ve hate konrtolkirin û li herêma Sînoyê jî hêzên Pêşmerge gihiştin sînor.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bajarê Mûsilê yê di bin dargirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ji her aliyan ve êrîş li ser tên kirin.
Heşdî El Şebî, duh eşkere kiribûn ku dest bi pêngava 4’emîn a operasyonê kirine.
2 GUND HATIN RIZGARKIRIN
Operasyona Mûsilê di roja 38'emîn de bê navber didome. Li gorî çavkaniyên leşkerî îro ji aliyê artêşa Iraqê ve gundên Yerxent û Qeretepeyê yên Mûsilê hatin komtrol kirin.
Hate ragihandin ku artêşa Iraqê li eniyên başûr û rojavayê Mûsilê ber bi pêş diçin.
Duh jî ji aliyê artêşa Iraqê ve gundên Selam û Ebasiyê yên dikevin bakûrê Mûsilê hatibûn rizgarkirin.
RÊVEBEREKÎ ASTA BILIND A DAIŞ’Ê HATE KUŞTIN
Di daxuyaniya nivîskî ya Çapemeniya Şer a Iraqê û Navenda Enformasyonê ve hate weşandin de wiha hate gotin: “Wezîarê Enformayon û Çapemeniya DAIŞ’ê Ziyad Xefûfe di ecama bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Iraqê ya li ser waltiya Nînovayê de hatiye kuştin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê Xerûfe li Taxa Herbî ya Rojavayê Mûsilê veşartine.
Hat diyarkirin ku Ziyad xerûfe berpirsê weşanên mîna dîmen, video, filim û beşên cûda yên weşana DAIŞ’ê bû.