Dadgeha Elman: Her kes dizane li pişt komkujiya Parîsê MÎT heye

Doza siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr ku li Dadgeha Eyaleta Bilind a Hambûrgê ya bi sûcdariya endamtiya PKK’ê tê darizandin, didome.

Doza siyasetmedarê Kurd Mehmet Demîr ku li Dadgeha Eyaleta Bilind a Hambûrgê ya bi sûcdariya endamtiya PKK’ê tê darizandin, didome. Heyeta dadgehê careke din derxist holê ku dewleta Elman Kurdan bi sûcên bê esil didarizîne. Her wiha îdiayên 'berpirsyarê komkujiya Parîsê Omer Guney ji aliyê MÎT’ê ve hatiye wezîfedarkirin û cînayet pêk aniye', piştrast kirin. 

Di yekemîn rûniştina dozê de Mehmet Demîr û parêzerên wî parastina siyasî kirin û bang li dewleta Elmanyayê kirin ku polîtîkayên li hemberî Kurdan li ber çavan derbas bikin. Her wiha  destnîşan kirin ku heta îro di 11 rûniştînan de gelek daxwazname hatine pêşkêşkirin û xwestine binpêkirinên mafan ên li dijî  Kurdan weke delîl bikevin girtekan. Hema hema hemû daxwazname ji aliyê serokê heyetê Dr. Klaus Ruhle ve hatin redkirin û di gilînameya ku dozgeriya Federal a Elman amade kiriye de, têkildarî Mehmet Demîr de ji bilî endamtiya PKK’ê wêdetir ti hêmayê sûc tine.

Parêzer Raîner Ahues diyar kir ku bi daxwaznameyên ku pêşkêşî heyeta dadgehê kirine re gotine ku parastina dewleta Tirk a ji aliyê pergala hiqûqê ya Elman ve şaş e û li aliyê din jî hewl dane ku konsepta konfederalîzma demokratîk a ji aliyê  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye pêş xistin, vebêjin.

Di hinceta redê ya heyeta dadgehê de, tê qebûlkirinê ku partiyên Kurd li Tirkiyeyê rastî zextan tên, li dijî meş û çalakiyên Kurdan şîdet pêk bê, cînayetên kiryar nediyar pêk tên û îşkence tê kirin. Li gel vê tê gotin ku bawer dikin Tirkiye desteka çekan dişîne ji DAIŞ’ê re.

Ahues got: "Xuyaye ku heyeta dadgehê Tirkiyeyê wek dewleta hiqûqî nanirxîne" û bal kişand ser  nirxandinên heyeta dadgehê ên der barê komkujiya 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê.

Parêzerên Mehmet Demîr di rûniştina 17’ê Hezîranê de daxwaznameyeke bi mijara komkujiya Parîsê pêşkêş kirin û xwestin Serokê Rêxistina Îstîxbarata Federal (BND) a Elman Gerhard Schîndler û Serdozgerê Giştî yê Fransayê Françoîs Molîns wek şahid bên guhdarîkirin. Heyeta dadgehê di hinceta xwe ya redê de diyar kir ku rastiyeke heye her kes dizane her sê aktîvîstên PKK’ê hatine qetilkirin.  Heyetê îdîaya ku Omer Guney ketiye nava Kurdan û ajokariya Sakîne Cansiz kiriye, ji aliyê MÎT’ê ve hatiye wezîfedarkirin û cînayet pêk aniye, piştrast kir. Her wiha gotin ev esas di alî vê dozê de ne bê wate ne.

Rûniştina din di 16’ê Tîrmehê de tê dîtin. Tê payîn ku doz di 28’ê Tebaxê de bi dawî be. Mehmet Demîr ev 10 meh in li Hambûrgê girtî ye û sala  bihurî di meha Tebaxê de li Bremen hatibû binçavkirin. Der heqê Demîr de heta 10 salan ceza tê xwestin.

...