Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk daxwaza HDP'ê ya ji bo 'dema zêdetir' qebûl kir

Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk têkilî doza girtina HDP'ê daxwaza HDP'ê ya ji bo 'dema zêdetir' qebûl kir.

 Dadgeha Destûra Bingehîn daxwaza 'dema zêdetir' ya HDP’ê qebûl kir û ji bo xweparastinê 30 rojên din jî da HDP’ê. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo parastina doza girtinê serî li Dadegeha Destûra Bingehîn (DDB) dabû û xwestibû demeke zêdetir bidin wan. DDB’ê serlêdana HDP’ê nirxand û ji bo dema zêdetir 30 rojên din da HDP’ê. 
 
Desteya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn îdianameya bi daxwaza girtina HDP’ê hatibû amadekirin bi piraniya dengan qebûl kiribû û ji bo parastinê bi qasî 2 mehan dem dabû HDP’ê. Komîsyona Hiqûqê ya HDP’ê serî li DDB’yê dabû û daxwaza dema zêdetir kiribû.