DÎDF: Bila biryara li ser televîzyonên Kurd were betalkirin

DÎDF’ê nerazîbûn nîşanî AKP û Eûtelsatê da yên ku dixwazin televîzyonên Kurd bigirin û xwest bila biryara li ser televîzyonên Kurd were betalkirin û banga hevgirtinê li sazî û dezgehên çapemeniyê kir.

Desteya Rêveber a DÎDF’ê li ser biryara Eûtelsatê ya ku dixwaze televîzyonên Kurd bigire îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Eûtelsat li ser daxwaza AKP’ê dixwaze televîzyonên Kurd bigire û ev biryar li ser azadiya çapemenî û fikrê êrîşeke nû ye.”

LI HEMBERÎ WELATÊN YE’YÊ NERAZÎBÛN

“Eûtelsat a ku berê Med Nûçe Tv girt û ji aliyê dadgehên Fransayê neheq hate dîtin a niha jî dixwaze News Channel, Stêrk Tv û Ronahî Tv yê bigire. Hikumeta AKP’ê ya ku televîzyon, rojname û malper girt a niha jî ji bo bêdengkirina kanalên televîzyonan ketiye nav hewldanan.

Dema mirov li biryar û gavan dinihêre Eûtelsat bûye Turksat a di bin fermana AKP û Erdogan de.

Di vir de tişta ku bala mirov dikêşe ev e ku, welatên Yekîtiya Ewropayê ya ku her dem dibêjin ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tune hemû daxwazên Erdogan bi cih tîne.

Biryara Eûtelsatê ya ku dixwaze televîzyonên Kurd bigire di serî de ya Fransayê rûpoşa welatên Yekîtiya Ewrûpayê xistiye. Ji aliyekî ve daxuyaniyên li dijî Erdogan didin û ji aliyê din ve jî hemû daxwazên wî pêk tînin. Ev jî durûtî û bêsamîmîyeta wan e.

‘BILA PIŞTGIRIYA JI BO ERDOGAN WERE BIDAWÎKIRIN’

Em DÎDF dixwazin ku bila vê biryara qutkirina dengên Kurdan were sekinandin. Di serî de Fransa bila welatên Yekîtiya Ewropayê piştgiriya xwe ya ji bo Erdogan bi dawî bikin.

BANGA HEVGIRTINÊ

Di serî de sazî û dezgehên çapemeniyê em bang li hemû saziyên demokratîk dikin ku bila li hemberî girtina televîzyonên Kurd hikumeta Fransayê protesto bikin û beşdarî çalakiyên piştgiriya ji bo televîzyonan bibin.”