Ciwan li dijî zextan li Aydinê daketin kolanan
Komek ji ciwanan li Efelerê daketin kolanan û girtina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bi çalakiyekê şermezar kirin.
Komek ji ciwanan li Efelerê daketin kolanan û girtina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli bi çalakiyekê şermezar kirin.
Li navçeya Efeler a Aydinê, komek ji ciwanan ji bo şermezarkirina girtina Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, nîvê şevê daket qadan.
Ciwanan li taxên Ovaeymîr û Osmanyozgatli gelek rê li trafîkê girtin û bi qîrîna dirûşmên "Zext nikarin bi me", "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" heta navenda navçeyê meşiyan.
Ji ber ku polîsên Tirk êrîşî ciwanan kirin, şer derket. Ciwana bi keviran û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê.
Ciwanan piştî ku li nava kolanan lastîk şewitandin, çalakiya xwe qedandin.