Chevron li Başûrê Kurdistanê ji nû ve dest bi kar kir
Şîrketa petrolê ya Amerîkayê Chevronê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê ji nû ve dest bi karên xwe yên petrolê kiriye.
Şîrketa petrolê ya Amerîkayê Chevronê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê ji nû ve dest bi karên xwe yên petrolê kiriye.
Berdevkê koma Chevronê Sally Jones ji AFP'ê re ragihand ku Chevronê li Başûrê Kurdistanê ji nû ve dest bi kar kiriye.
Jones got, "Me ji nû ve dest bi karê xwe yê derxistina petrolê ji bîra Sarta 3 kir."
Bîra petrolê ya Sarta 3 li bakurê Hewlêrê ye. Şîrketa Amerîkayê piştî aloziya referandûmê ya meha Îlonê, karên xwe yên li herêmê meha Cotmehê sekinandibû.