Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mazlûm Bahadir hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mazlûm Bahadir ê ku li herêma Bestayê ya Şirnexê di şer de şehîd bûbû, li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê hate veşartin.
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mazlûm Bahadir ê ku li herêma Bestayê ya Şirnexê di şer de şehîd bûbû, li navçeya Ceyhanê ya Edeneyê hate veşartin.
Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Bahadir çend roj berê li herêma Bestayê ya li Şirnexê di şer de şehîd bûbû.
Malbatê di 3’ê Cotmehê de cenaze teşxîs kiribû û ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê stendibû.
Cenaze li goristana asrî ya navçeya Ceyhanê ya Edeneyê bi şev bi tevlêbûna gelek kesan hate veşartin.