Çelîk: 22’yê Nîsanê bo rojnamgerên kurd rojeke dîroki ye

Çelîk: 22’yê Nîsanê bo rojnamgerên kurd rojeke dîroki ye

Cemiyeta Rojnamegerên Azad, bal kişand ser rûniştina rojnamegerên kurd a 22'yê nîsanê de û bang li hemû kesî kir ku tevlî rûnşitinê bibin. Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hayrettîn Çelîk têkildarî mijdarê de axivî û wiha got: "Ev doz di aliyê samîmiyetê de tê peywira turunsal bibîne."

Cemiyeta Rojnamegerên Azad têkildarî rûniştina rojnamegerên kurd a dê di 22'yê nîsanê de bê dîtin li ber AZC Plazayê daxuyanî da çapemeniyê. Xebatkarên çapemeniya kurd, rêveberên BDP'ê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Parlementerê BDP'ê Erol Dora, nûnerên rêxistinên sivîl û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta bi kurdî û tirkî ya "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hate vekirin. Serokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad Hayrettîn Çelîk daxuyanî xwend û diyar kir ku di 20'ê kanuna 2011'an de di bin navê operasyona "KCK'ê" de gelek rojnameger û xebatkarên çapemeniya kurd hatin binçavkirin û hatin girtin û wiha got: "Rojnamegerên kurd ji ber li hemberî desthilatdariyê di çarçoveya polîtîkayên gel de xebatên xwe yên rojnamegeriyê meşandin 16 mehin di girtîgehê de tên girtin."

'GIRTINA ROJNAMEGERAN LI DIJÎ RIHÊ PÊVAJOYÊ YE'

Çelîk, da zanîn ku rojnamegerên kurd di 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd de tên darizandin û wiha axivî: "Di rojekî wisa de hevalên me tên darizandin, li gorî me ev yek eyba Tirkiyeye." Çelîk bal kişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û wiha pê de çû: "Di pêvajoyekî wisa de rojnamegerên kedê didin tên girtî bin li dijî rihê pêvajoyê ye." Çelîk, destnîşan kir ku di 22'yê nîsanê de doz dê li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê bê dîtin û xwest ku hemû kes tevlî rûniştinê bibe.

Parlementerê BDP'ê Erol Dora, bal kişand ser pêvajoya ji aliyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ve hatî destpêkirin û wiha got: "Divê hişmendiya demokratîk û piralî di her aliyê civakê de pêk bê. Biryara di rûnşitina rojnamegeran de bê dayîn dê samîmiyeta pêvajoyê be."

Piştî daxuyaniyê kedkarên çapemeniyê heta buroya Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) meşiyan. Di meşê de slogana "Çapemeniya azad bêdeng nabe" hate berzkirin.