Çavdêrên hilbijartinê yên Fransayê: Li Amedê otela em lê diman gulebaran kirin
Heyeta ji bajarê Marsîlyaya Fransayê bi armanca şopandina hilbijartinên 7’ê Hezîranê hat Tirkiyeyê, êrîşên ku jiyan vegotin.
Heyeta ji bajarê Marsîlyaya Fransayê bi armanca şopandina hilbijartinên 7’ê Hezîranê hat Tirkiyeyê, êrîşên ku jiyan vegotin.
Heyeta ji bajarê Marsîlyaya Fransayê bi armanca şopandina hilbijartinên 7’ê Hezîranê hatin Tirkiyeyê, êrîşên ku jiyan vegotin.
Heyeta ji 4 kesî pêk dihat duh di saetên sibehê de ji rojnamegerên herêmî re axivîn û êvarê jî li Komeleya Mîlle Babords semînera bi mijara hilbijartinê li dar xistin.
Nûçegihan Romaîn Burrîer ku di heyetê de cih digirt, da zanîn ku di teqîna Amedê de li nêzî sahneyê wêne dikişand û ji cihê bûyerê dîmen parve kir. Nûçegihan got girse gelek bi cesaret bû û ji ber vê cesareta wan, pêşî li komkujiyek mezin hatiye girtin û heyetê jî rîska jiyanê derbas kirine.
Chrîstîane Ruffel jî got ji bo şopandina hilbijartinê çûne Mûşê û êrîşên li Haskoy û gundên derdorê jiyane vegot. Çavdêr got kesên nêzî AKP’ê li Haskoyê ew ji merdîwenan de xistine xwarê û li gelek gundan em bi zorê ji ser sindoqan dûr xistine.
Roberto û Rabîo yên Îtalyan ku di heyetê de cih digirtin, hîleyên li ber çavên wan hatine kirin, vegotin. Çavdêran got tevî ku li gelek gundan heyet û cenderme hebûn jî, gelek kesî vekirî û bi komî deng bikar anîne, mêran li şûna jinan deng bikar anîne û destûr nedan ku hibijêrên HDP’ê dengên xwe bikar bînin. Çavdêran gotin ev hemû kirine rapor û wiha got: “Cerdevanan çekên xwe nîşanî me dan û em tehdîd kirin ku ji wir biçin. Piştî em çûn cerdevanan gule berdan hewayê. Me êdî cesaret nekir em biçin gund. Bêusuliyên mezin rû dan.”
HUDA-PAR’IYAN ÊRÎŞÎ OTELA ME KIRIN
Roberto diyar kir heyet roja Sêşemê ji Amedê vegeriyaye û ew roja Çarşemê vegeriyaye û got: “Ez li otelê mam. Roja Sêşemê înfaz hatin kirin. Roja Çarşemê konvoya HUDA-PAR’ê dema ji cenazeyê vedigeriya, li ber otela ku bi tevahî biyanî lê diman, sekinin. Êrîşê otela me kirin. Ji ber qerebalixê ez derketim balkonê. Gule berdidan otelê. Min xwe avêt erdê. Gule heta qatê çaran hat. Ger mudaxaleya xebatkarên otelê nebana em ê rastî êrîşê bihatana. Nîv saetê êrîşî otelê kirin, alavên wê şikandin. Polîs jî 100 metre dûr sekinîbûn lê mudaxale nekirin. Piştî Huda Pariyan ew der terk kirin, ew hatin.”
Çavdêr Fabîo jî got dewleta Tirk ji heyetê nerehet bûye û xwestine wan bitirsînin û got: “Lê ger ji nû ve hilbijartin pêk bê em ê komeke qelebalixtir biçin Tirkiyeyê.”