Çapemeniya Swêd: Serketiyê rastî yê hilbijartinan HDP ye

Çapemeniya Swêd, diyar kir ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de serketiyê yekane û rastî HDP ye.

Çapemeniya Swêd a di wê nêrînê de ye ku serketiyê yekane û rastî yê hilbijartinên 7’ê Hezîranê de HDP ye diyar kir serketina HDP’ê ya di hilbijartinan de ligel Kurdan, kêmar, jin û LGBT’yî bi hêvî kiriye.

Di makaleyan de tê destnîşankirin ku hilbijartin li Tirkiyeyê qonaxeke nû ye û dawî li xewna Serokkomar Tayyîp Erdogan ê dixwaze rejîmeke otorîter pêk bîne aniye. Tê diyarkirin ku helwesta bi hêrs a Erdogan a di berxwedana Gezî û Kobanê de gelek deng bi AKP’ê dane windakirin.

Rojnameya ETC jî cih da nirxandinên Ozz Nûjen ê ji Bakurê Kurdistanê û li Swêd yek ji komedyenê naskirî ye.

Nûjen anî ziman ku hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji bo desthilatdariya AKP’ê têkçûn; ji bo HDP’ê serketineke û hegemonyaya desthilatdariya AKP’ê ya li ser polîtîkaya Tirkiyeyê şikestiye. Nûjen da xuyakirin ku têkçûna AKP’ê bi berxwedana Kobanê re destpê kiriye.