Çapemeniya azad li girtîgehê, rojnamevanên Swêdî li otela 5 stêrkî

Çapemeniya azad li girtîgehê, rojnamevanên Swêdî li otela 5 stêrkî

Desthilatdariya AKP’ê ku 70 rojnamevanên Kurd yên rastiyê tînin rojevê avêtine zindanê, di derbarê nêzî 10 hezar rojnamevanan de jî doz vekirî, ji bo rojnamevanan Tirkiye vegerandiye girtîgehekî servekirî. Derdorê 20 rojnamevanên ku ji Swêdê jî vexwendî hefteyeke li otelên 5 stêrkî bicih kiriye. Hemû mezaxtinên wan jî ji butçeya dewletê ye.

Di van demên dawî de tê dîtin ku, desthilatdariya AKP’ê li hemberî Swêdê faliyetên xwe yên lobîtiyê zêde dike. Beriya serdana Serok Komarê Tirk Abdullah Gul ya Swêdê di nav de hinek parlementer jî heyî nûneren rêxistinên sivîl yên Suryanî vexwendin Enqereyê û Serok Komar ew mêvan kirin. piştî serdana Gul ya Swêdê jî Sefaretxaneya Tirkiyey ji Swêdê komek ya rojnamevanan vexwend Tirkiyeyê.

Ziyaret jî tam beriya rûniştina doza Tirkiyeyê ya herî mezin ku, 26 jê girtî 46 rojnamevan têne darezandin pêkhat. Îro dê xebatkarên çapemeniya azad ji bo girtina hempîşeyên xwe yên li zindanê protesto bikin dê ji Galatasarayê heta Taksîmê bimeşin, di heman rojê de jî dewleta Tirk dê rojnamevanên ji Swêdê hatî li cihên dîrokî û turîstîk yên Enqereyê bigerînin.

Di programa rojnamevanên vexwendî Tirkiyeyê ji bilî gera cihên turîstîk, dê bi berpirsê ji Yeketiya Ewropayê Wezîrê Dewletê Egemen Bagiş, Alîlarê Serokwezîr Bulent Arinç, Şaredarê Stenbolê Kadîr Toptaş hevdîtinê bike û serdana Ajansa Anadoluyê bike.

Karta çapemeniyê dane ajovanê wesayîta meqam ya ku rojnamevan ji Swêdê anîn, her wiha dê bi Midûrê Giştî yê Weşana Çapemeniyê Mûrat Karakaya yê ku destûr nade xebatkarên çapemeniya azad bixebitin, hevdîtinê pêkbînin.

Wezîrê Dewletê û Muzakerevan Egemen Başin êrîşên xwe yên li dijî azadiya çapemenî û fikrê dema ku rojnamevanên Swêdî qebûlkirin jî berdewam kir. Cezayê 10 meh yê girtîgehê yê dane muzîkjenê binavûdeng yê cîhanê Fazil Say bi van gotinan parast “Peyama ku pêwîste were girtin ewe ku bila her kes fêr bibe ku hurmetê nîşanî pîroziyên hev bide.”

Lê belê tişta herî trajîk hingê çêbû, dema ku heyeta hate serdana Bagiş û xelat dayê. Bagiş xelata ku pêşkêşî heyetê kirî, da nûnerê Swêdê yê Rojnameya Cumhuriyetê ku Rojnamevan Mustefa Balbay têde dixebitî û 5 sale li girtîgehê ye.

Tê mereq kirin ku, dema rojnamevanên Swêdî yên dewleta Tirk vexwendî welatê xwe dê hempîşeyên xwe yên li girtîgehê bînin rojevê yan na.