Cangoriyên têkoşîna azadiyê li Mannheîmê hatin bîranîn

Gerîlayên li Dersîm û Şirnexê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê hatin bîranîn.

Ji bo bîranîna gerîlayên li Dersîm û Şirnexê jiyana xwe ji dest dan, Meclîsa Jinê ya Ronahî Bêrîvan û Navenda Civaka Demokratîk li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê civînek lidar xistin.

Civîna bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Malbatên gerîla Gulbahar Gurkan bi nasnav Arîn Xizginos, Gamze Erol bi nasnav Ceylan Bawer, Fatma Yagmûr bi nasnav Tîjda Ekecîk û Semra Elalmış bi nasnav Peyman Kurdistan tevlî civînê bûn.

Li ser navê Meclîsa Jinê û malbatên şehîdan Gulten Ûgûrlû, li ser navê Navenda Civaka Demokratîk Bînaz Acar axivîn. Her wiha nûnerên AGÎF, ATÎK, ADHK û SYPK jî ji bo piştgiriyê tevlî civînê bûn.

Merasîma bîranînê piştî nîşandana sînevîzyonê bi qîrîna dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" qediya.