CÎK: Bi yekîtiya neteweyî pêşî li jenosîdan dikare bê girtin

CÎK: Tenê rêyek heye ji bo pêşî li jenosîd û fermanan bê girtin. Ew jî; xurtkirina yekîtiya neteweyî ye, hezkirin û parastina hev e.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Komkujî û Qirkirina Şengalê ku çar sal li pey xwe hişt, wê ti carî ji hiş û mejiyê gelê me dernekeve.

Rabûna fermanê li civaka me ya Êzidî ku hucreya bingehîn a gelê me ye, tê wateya hewldana jiholêrakirina koka gelê me ku xwedî dîrokeke ji hezaran salî ye. Mêtingeran ji bo vê yekê pêk bînin hemû amadekariyên xwe kirin û çeteyên xwe yên barbar xistin nava liv û tevgerê.

Hovîtiya bi her şêweyî plan kirin û li qada navneteweyî jî destûr girtin. Komek ji lehengên gelê Kurd pêşî li jenosîda mezin girtin. Gelek caran hatiye dîtin ku ev gel xwe ji xweliyên xwe ji nû ve diafirîne.

Ewladên gelê Kurd ev yek ji zalimên cîhanê re ispat kirin; hûn çiqasî plan dikin û hovîtiyê dikin jî, li pêşberî berxwedana me ya mafdar hûn ê nikaribin bi pêş ve biçin.

Ji bo careke din bûyerên mîna yên li Şengal, Efrîn, Kobanê, Sûr, Cizîr, Helebçe û Mahabadê neyê serê gelê me, êdî ferz e ku em yekîtiya xwe ava bikin.

Êzidî, Elewî, Misilman bi ol û mezheba xwe, bi zarava û cihêrengiya xwe divê li dora doza neteweyî bicivin. Tenê rêyek heye ji bo pêşî li jenosîd û fermanan bê girtin. Ew jî; xurtkirina yekîtiya neteweyî ye, hezkirin û parastina hev e.

Em komkujiya li Şengalê û hemû komkujiyên li gelê me hatine kirin şermezar dikin û dibêjin, bila rehma xwedê li şehîdan be. Ji birîndaran re şîfa xêrê dixwazin."