Bûldan: Wê di ‘3 saetan de’ biketanê, bû 32 roj!

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku dewleta Tirk li Efrînê têk çûye û got,’Gotin, em ê di 3 setan de bikevinê, paqij bikin, lê ev 32 roj in hewl didin bikevinê’.

Piştî kongreyê cara pêşî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) civina komê ya meclîsê pêk anî. Di civîna komê de Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî.

ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ PÎROZ KIR

Bûldan di civînê de li ser 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê axivî û got, ‘’Zimanê dayikê zimanê xaka mirov e ku mirov lê jidayik bûye û weke şîrê dê li mirov helal e. Em qebûl nakin ku hê jî li ser van zimanan qedexe hebin. Em dibêjin divê qedexe û zexta li ser zimanan rabe. Zimanê me rûmeta me ye. Li gel hemû zext û zordariyan jî ez roja dayikê pîroz dikim.’’

EFRÎN

Bûldan bal kişande ser hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Efrînê û got, ‘’Şerê ku Tirkiyê li dijî Efrînê dayî destpêkirin kete roja 32’an. Gotin, ‘di 3 saetan de em ê bikevinê’ lê ev 32 roj in hewl didin ku bikevinê. Efrîn keleha aştiyê ye. Li Efrînê gel jiyaneke wekhev, azad û demokrat dijîn. Efrîn her wiha cihekî aram e ku mirovên ji şer reviyane xwe lê girtine. Û Efrîn herêmeke aramiyê ye. Tirkie ji bo ku pêşî li vê aramiyê bigire li wir e. Gotin, ‘em ji bo korîdora terorê xira bikin li wir in’ lê her kes dizane ku mirovên ku li wir dijîn aram in, bi aştiyê dijîn. Ên li Enqerê jî dizanin, heke li vê herêmê demokratîkbûn pêk were ew ê jî neçar bimînin ku demokratîk bibin.’’

Em şerê Efrînê her wiha weke şerê ji bo desthilatdariyê yê desthilatdariyê dibînin. Ji ber ku AKP’yî dibêjin bi Efrînê re dengên me zêde dibin. Li ser Efrînê hesabên hilbijartinê dikin. Gelên Tirkiyê divê vê baş bibînin. Ji ber ku yên ku diçine Efrînê yan jî biryara şer li ser Efrînê standine îro li ser kursiyê xwe rûniştî ne. Ên ku li ser Efrînê biryara şer standine tenê dirûşman berz dikin. Ji bo vê jî, bi îmzeya li ser rokêtan birêvebirina kampanyaya şer ti sûda xwe ji welêt re tine. Divê hemû zanibin ku ew rokêt li Efrînê mirovan dikujin. Ev dixwazin rojevê li ser şer û hilweşandinê bibin.’’

‘SEROKWEZÎR PARASTINA MIRINÊ DIKE’

Serokwezîrê vî welatî bi gotina ‘çareserî mareserî nîn e’ careke dî mirin layiqî gelên Tirkiyê kiriye. ‘Pêvajoya çareseriyê’ nîşaneya baweriya bi aştiyê ya gelên Tirkiyê bû. 2011-2014’an di dema pêvajoya çareseriyê de kesek nemir, dayik negirîn, ev destkeftnek bû. Ji bo kesên ku ‘pêvajoya çareseriyê’ bi rê ve birin, heke hesab were pirsîn, em dixwazin vê bi bîra wan bixin: Ti heq û hedê kesî tine ku li vî welatî mirov birin, ciwan bikevin bi axê.’’

‘BIRÊZ OCALAN JI BO DEMOKRASIYÊ HEWL DA’

Ez Birêz Ocalan ku di ‘pêvajoya çareseriyê’ de, di şertên ne wekhev de, di serî de ji bo demokrasiya Tirkiyê û Rojhilata Navîn hewl dayî bi hurmet slav dikim. Pêvajoya çareseriyê mehkûm kirin. Bi mehkûmkirina pêvajoya çareseriyê tecrîd dane destpêkirin. Ji wê demê ve ne bi malbata wî re, ne bi parêzerên wî re ti hevdîtin nebû.’’