Bûldan: CPT divê agahiyên li ber destê xwe tavilê eşkere bike

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan: Agahiyan li ser hevnedîtina Birêz Ocalan a bi heyeta CPT re fikarên me zêdetir kiriye. Em li bendê ne ku rayedar tavilê daxuyaniyê bidin. Divê CPT agahiyên li ber destê xwe bi lez eşkere bike.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan di civîna Meclîsa Partiyê de axivî.

Bûldan bal kişand ser êrîşên AKP-MHP’ê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Çend hefte berê li Taksîmê li dijî sivîlan êrîşeke bombeyî hate kirin. Pirsên têkildarî vê teqînê hêj jî hene. Li holê gelek aliyên ku hev nagirin hene. Desthilatdariyek li pêşberî me ye ku li pey serketinan ketiye."

Bi domdarî Bûldan têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê tevahiya vî welatî bibe şahidê vê tecrîda derhiqûqî û ne bi edalet a li ser birêz Ocalan. Em li her deverê û her timî dibêjin ku ji 3’yê Adara sala 2020’an heta niha ji birêz Ocalan û girtiyên din agahî nayên girtin. Tevî vê yekê jî tecrîda heyî roj bi roj kûrtir dikin û guh nadin van bangawaziyan. Herî dawî 25'ê Adara 2021'ê bi telefonê axaftin pê re hate kirin, lê belê telefon qut bû. Ji wê rojê ve ti agahî jê nayê wergirtin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê doh ragihand ku CPT çûye Îmraliyê lê belê birêz Ocalan nexwestiye bi wan re hevdîtinê bike û pê re hevdîtin nekiriye. Ev agahî ji bo me hemûyan bû sedema tirs û fikareke mezin. Divê sedema vê rewşê di zûtirin demê de bê eşkerekirin. Divê rayedar tavilê têkildarî mijarê daxuyaniyê bidin. Muxatabê me Wezareta Dadê û dewlet e. Weke hevserokan me demek berê ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Wezareta Dadê dan. Ew serlêdana me hêj li ser maseyê ye. Heta niha jî erênî yan jî neyînî tu bersiv nedane. Ne heq û ne jî hedê tu kesî heye ku bi xemsarî nêzî vê mijarê bibe. Divê desthilatdarî û wezîrê dadê tavilê di vê mijarê de daxuyaniyê bide.

Divê CPT agahiyên li ber destê xwe tavilê bi raya giştî re parve bike û nebe şirîkê van sepanên derhiqûqî yên desthilatdariyê. Ez li vir bang li CPT’yê dikim; weke HDP’ê heta ku ev mijar zelal dibe û heta ku serlêdanên parêzeran tên qebûlkirin em ê hewldanên xwe bidomînin."